DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Xelata Mihrîcana Jinê ya Navneteweyî dan Lisa Çalan

 
2 Gulan
14:56 2016

ENQERE (DÎHA) - 19'emîn Mihrîcana Fîlman a Jinê ya Navneteweyî ya Uçan Supurge dê di navbera 5-12'ê Gulanê de pêk bê. Dê di Mihrîcana bi navê "Hezkirin çibû?" de xelatê bidin derhêner Lîsa Çalan ku di komkujiya 5'êHezîranê ya li Amedê de 2 piyên xwe winda kirin.

Uçan Supurge, îsal di navbera 5 û 12'ê Gulanê de 19'emîn Mihrîcana Fîlman a Jinê ya Navneteweyî amade dike. Di mihrîcanê de fîlmên hatine amadekirin dê bên pêşberî hunerhezaran. Berî mihrîcanê li Otela Neva Palas danasîna fîlman hat kirin. Der barê fîlman de agahî hatin dayîn. Vekirina mihrîcanê dê di 5'ê Gulanê roja pêncşemê li Sinemaya Kizilirmakê dest pê bike. Dê bi fîlmên "Baglar", "Zarokên Vank" û "Herêma Bakur" dest pê bike. Di 6'ê Gulanê de Opera dewletê û li salona Bale merasima vekirin bê kirin û dê xelat bê dayîn. Di 12'ê Gulanê de jî li Sînemaya Kizilirmakê merasima xelatan bê dayîn. Mihrîcan dê ji 10 beşan pêk bê. Dê 60 fîlmên heremî û biyanî bên pêşandan. Di fîlman de çîrokên jinê û serpêhatiyên wan tên vegotin.

Aktivîsta Uçan Supurge Selen Uçar, diyar kir ku şer, nijadperestî, zayendîperestî, cudakarî, wêdekirin her roj bi reng û ruyên cuda derdikevin pêşberî wan ê van çîrokan bînin ziman.

Şêwirmenda Mihrîcanê Bilge Taş jî anî ziman ku ev film dê di sinemayê de perspektifa jinê bîne ziman û çîrokên jinan parve bike. Taş,

Xelatên mihrîcanê

Di mihrîcanê de xelata Rûmetê Selda Alkor, xelata serkeftinê Bilge Olgaç, Bingöl Elmas û Tulay Bursa, xelata Temayê jî dê derhêner Lisa Çalan ku di teqîna li dijî mîtînga HDP'ê ya 5'ê Hezîranê de 2 piyên xwe winda kir bigire.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN