DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Di rapora CHP'ê ya Cizîrê de ne berpirsiyarî, pêşniyaran cih girt

2 Gulan
14:22 2016

NAVNEDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Heyeta CHP'ê ya li Cizîrê lêkolîn pêk anî, rapora ku amade kir ji raya giştî re parve kir. Rapora ku hatiye amadekirin, ji mirin û hilweşandinên ku ji hêla deweltê ve pêk hatine, ji berpirsiyariyên dewletê zêdetir, pêşniyar tede cih girtine. Di raporê de tê gotin ku divê navçe wekî "Herêma Afedê' bê dest giritn û ev tişt hat gotin: "Peywîrdarên ewlehiyê yên li dijî mafên mirovan û li dijî hiqûqê derketibin, divê der barê wan de lêpirsîn bên dest pê kirin."

Piştî rakirina qedexeya derketina derve, heyetek ji Lijneya Rêveberiya Navendî ya CHP'ê di 4'ê Adarê de çû navçeya Cizîrê ya Şirnexê û li navçeyê lêkolîn pêk anîn. Heyeta ku di serokatiya Alîkara Serokê Giştî Zeynep Altiok de hat saz kirin, ji parlamneterên Stenbolê Îlhan Cîhaner, Sezgîn Tanrikulu û Ali Şeker, Parlamenterê Mêrsînê Fîkrî Saglar û Parlamentera Kocaeliyê Fatma Hurriyet Kaplan pêk tê. Heyetê piştî li taxên wekî Cûdî, Sûr, Nûr û Yafesê lêkolîn pêk anîn, raporak amade kirin.

Di raporê de herêmên wekî "jêrzemînên wehşetê" jî di nav de li 3 herêmên ku bi dehan welatiyên sivîl bi awayekî hovane hatin kuştin, dûr hatiye dest girtin. Di raporê de herî zêde piştî hilweşandin û şewatê divê çi bê kirin ew hatine pêşniyar kirin.

Heyeta CHP'ê, di rapora ku weşand de, diyar dike ku divê demil dest xizmeta şêwirmendiya derûniyê ji bo Cizîrê bê şandin, divê demek ji ya din zûtir navçe wekî "Herêma Afedê" bê dest dest girtin.

Heyetê diyar kir ku divê hemû herêmên din jî di vê çarçoveyê de bên dest girtin û wiha hat gotin: "Kesên li Cizîrê dijîn û yên ku ji ber şert û mercên heyî ji herêmê koçber bûne, divê şert û mercên jiyanê bên sererastkirin û pêwistiyên wekî xarin, derman û cil bên pêşwazîkirin, divê xwaringeh û navendên pêwistiyan bên avakirin. Divê tespîtên DNA'yên ku hêj nehatine kirin, di demek kurt te bên kirin û nediyarî bê derbaskirin, ji bo agahiyên zelal, divê heyeteke serbixwe bê avakirin û ji çapemeniyê re derfet bên dayîn."

'Divê bawerî bidin gel'

Di raporê de xaleke din a ku herî zêde li ser hatiye sekinadin jî "Divê di têkoşîna bi terorê re, bi tu awayî derketina derveyê qanûnê pêk neyê û di vî alî de baweriyê bidin gelê herêmê."

Di vê der barê de ev tişt di raporê de cih giritn: "Bi hincetên têkoşîna bi terorê re, peywîrdarên ewlehiyê yên li dijî mafên mirovan û dijî hiqûqê derketibin, divê der barê wan de lêpirsîn bên dest pê kirin. Divê di vê der barê de ji gel re bawerî bê dayîn ku dê îro pêde bi tu awayî nêzikatiyeke derveyî qanûnê pêk neyê."

Avakirina komisyonekî divê

Di raporê de hat diyar kirin ku divê Komîsyoneke Lêkolînê ya Meclisê di bin banê TBMM'ê de bê avakirin û nêrînên saziyên sivîl ên li herêmê bên girtin û xebatek der barê tenduristî, perwerde û binpêkirina mafên mirovan de bê dest pêkirin. Divê der barê pirsgirêkên aboriyê de pêwîstî bên pêşwazîkirin.

Heyetê di dawiya raporê de ev ev bang kir: "Em wekî heyeta CHP'ê, dixwazin piştî pêvçûnên li Cizîrê, binpêkirinên mafên mirovan ên li herêmê pişitî hatin tespîtkirin û rapora ku pêşniyarên çareseriyê têde cih digirin, divê demek ji ya din zûtir ev pêşniyar bên pêşwazîkirin."

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN