DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Mihrîcana Şanoyê rastî eleqeyek mezin tê

2 Gulan
14:07 2016

ÊLIH (DÎHA) - 7'emîn Mihrîcana Şano ku ji aliyê Şaredariya Êlihê bi şîara "Bi cewherê berxwedêr ber bi şanoya civakî ve" di 28'ê Nîsanê de dest pê kir, di roja 4'emîn de bi coş û eleqeyek mezin didome.

7'emîn Mihrîcana Şano ya bi şîara "Bi cewherê berxwedêr ber bi şanoya civakî ve" ku ji aliyê Şaredariya Êlihê ve di 28'ê Nîsanê de dest pê kir, di roja 4'emîn de bi coş û eleqeyek mezin didome. Şano îro bi lîstika zarokan a "Palyaçoyê Winda" dest pê kir û rastî eleqeya mezin a zarokan hat. Lîstika ku li Salona Sînemayê ya Yilmaz Guney hat lîstin rastî eleqeyek mezin hat. Lîstika derhêneriya wê Ayetullah Demirkan dike û ji aliyê Teatra Mezopotamya ve hatiye amadekirin bi baldarî hat temaşekirin.

Li aliyê din Koma Hunerê ya Pêşandanên Bogaziçi gotubeşa bi navê "Agop Vartovyan" pêk anî. Gotubêşa li salona hunerê ya Yilmaz Guneş ve ji aliyê hunerhezaran ve rastî eleqeyek mezin hat. Gotubêş bi tevlebûna Cuneyt Yalaz, Banu Açikdeniz û Yasin Keskin pêk hat.


'Bûn An Jî Nebûn rastî eleqeyek mezin hat

Dîsa lîstika "Bûn An jî Nebûn" ku ji aliyê Koma Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatiye amadekirin rastî eleqeyek metin hat. Lîstik li salona Hunerê ya Şanoya Êlihê hat lîstin.

Koma Şanoya Yekta Hevî jî li gundêQuba Zilan û Bileyderê hat lîstin. Welatiyan û zarokan eleqeyek mezin nîşanî şanoyê dan.


Bernameyê saet di 12.00'an de li Salona Sînema ya Yilmaz Guney bi "Lênûsa Bîranînên Dînekî" û berdewam kir û sate di 15.00'an de bi "Rêbazên Peywendıya Şano û Gel" û saet di 20.00'an de ji bi "Siya Bend û Xecê" dê berdewam bike.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN