Onder: Ev Meclis ne bostanê bavê we ye
ENQERE (DÎHA) - Amîrê Îdarî yê HDP'ê Sirri Sureyya Onder ber tek nîşanî daxuyaniyên Serokwezîrê tirk Ahmet Davutoglu ên wekî "Dê careke din li ber meclisê re derbas nebin" da û aşkera kir ku ew wekîlên ji hêla gel ve hatine hilbijartin in û wiha pêde çû: "Kesên divê li ber vê meclisê re derbas nebin, ew kesên ku meclisê wekî bostanê bavê xwe dibînin in." Onder mijara rakirina dest dedanê jî nirxand û da zanîn ku AKP ji bo nakokiyên di nava xwe de veşêrê, êrîşê HDP'ê dike û bi vê êrîşê dixwazin nakokiyên di nava xwe bixumînin.
Guhertina Makeqanûnê ya ku ji bo rakirina destnedana wekîlên HDP'ê ji hêla AKP'ê ve tê xwestin bê guhertin, dê îro dîsa ji hêla Komîsyona Makeqanîna TBMM'ê ve bê nirxandin. Berî pêşnûme bê nirxandin, li Lijneya Giştî ya TBMM'ê nîqaş derketibû û parlamenterên AKP'ê êrîşê parlamenterên HDP'ê kiribûn û li ser vê buyer derketibûn. Herî dawî parlamenterên HDP'ê jî bersiv dan êrîşên AKP'iyan û AKP'iyan paşve gav avêtibû.
Li ser van buyeran, Serokwezîr Ahmet Davutoglu wekî berpirsiyarên buyeran HDP'yî dabûn nîşan û gotinên wekî "Ew dê li ber meclisê re derbas nebin" bi kar anîbû.
Her wiha li ser vê pêşketinê, rêvberiya meclisê ketibû tevgerê, lîsteya kesên ku dikevin komîsyonê amade kir û biryar da ku kesên ku navên wan derbas nabin dê nekevin civîna komîsyonê. Dîsa rêveberiya meclisê li ber deriyê komîsyonê polîs jî peywîrdar kir.
'Sedan kesî êrîşê 7 hevalên me kirin'
Parlamenterê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder, gotinên Davutoglu wekî "AKP dixwaze helwesta xweya êrîşkar binuxumîne" nirxand û aşkera kir ku HDP ne berpirsyarê van buyeran e. Onder bi lêv kir ku "Dîmen li holê ne" û bal kişand ser êrîşên li meclisê li dijî Ferhat Encu û wiha pêde çû: "Di bin navê destnedana kursî de, hemû derfetan bin pê dikin û benîştê di devên xwe de diçûn û tûyê erdê dikin. Bi dehan wekîlên AKP'ê êrîşê hevalên me kirin. Di wê demê de li Lijneya Giştî tenê 7 hevalên me hebûn, 100 AKP'iyan dor li hevalên me girtin û xwestin wan lînc bikin."
Ew vir wekî bostan dibînin
Onder da zanîn ku ev êrîş ji bo vîna wan bişkênin pêk tên û ev tişt got: "Heman tişt xwestin di civîna komîsyonê de jî pêk bînin. Lê bi ser neketin û dest avêtin derewa şêwirmendiyê. Bawerim Davutuglu vir avahiya Serokwezîrtiyê dihesibîne. Em wekîlên ji hêla vî gelî ve hatine hilbijartin in. Kesê divê li ber vê meclisê re derbas nebe, ew kesê meclisê wekî bostanê bavê xwe dibînin in." Onder mijara rakirina dest dedanê jî nirxand û da zanîn ku AKP ji bo nakokiyên di nava xwe de veşêrê, êrîşê HDP'ê dike û bi vê êrîşê dixwaze nakokiyên di nava xwe bixumîne.
Banga ji bo CHP'ê
Onder herî dawî CHP jî hişyar kir û xwest nekeve xefikên ku hatine avakirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Li holê lîstikek heye. Sed sal e desthilatdarên li Tirkiyeyê karekî baş dizanin dîsa dixwazin daynin holê. Pirsgirêkek hebe kurdan îxrac ke, li kar û barên xwe binhêre."
(ms)