DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Yuksek: Dê kampanyaya azadiya Ocalan li cîhanê belav bibe

 
2 Gulan
09:14 2016

AZÎZ ORUÇ

AMED (DÎHA)
- Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek da zanîn ku li Îngilistanê rojeva wan a esasî kampanyaya azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û xweseriya demokratîk bû û got "Dê ev kampanya li hemû Ewropayê belav bibe. Emê bi vê kampanyayê azadiya Ocalan bigihînin hemû cîhanê."

Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Kamuran Yuksek hefteya borî li Îngîlistanê li ser navê gelê kurd hevdîtinên girîng kirin û bi taybet tevlî xebatên kampanaya nû ya ji bo azadiya Rêbêrê PKK'ê Abdullah Ocalan hatî destpêkirin bû. Yuksek derbarê hevdîtinên xwe, kampanyaya ji bo azadiya Ocalan û hewldanên tasfiyekirina siyaseta demokratîk a kurd de nirxandinên girîng kirin.

Rojev azadiya Ocalan û xweserî

Yuksek destnîşan kir ku di çarçoweya bernameya Koordînasyona Dîplomasiyê ya Ewropayê de li Îngilistanê 2 rojan hevdîtinên girîn kirine û di van hevdîtinan de rojeva wan a esasî kampanyaya azadiyê ya ji bo Ocalan hatî destpêkirin û xweserî bûye. Yuksek anî ziman ku pir girîng e kampanyaya azadiya Ocalan li Îngilistanê hatiye destpêkirin û da zanîn ku 3 sendîqayên herî mezin GMB, United û UNISON xwedî 6 milyon endam in.

'Dê kampanyaya azadiya Ocalan belav bibe'

Yuksek anî ziman ku li Îngilistanê nêrîna hevpar ew bû ku Ocalan demildest bigihe azadiya xwe û wiha berdewam kir: "Ji bo vê kampanyaya azadiya Ocalan hate destpêkirin û dê ev kampanya li hemû Ewropayê belav bibe. Gelek dewlet piştgiriya kampanyayê kirin. Partiya Sînn Feîn a ku di meclîsa Îrlandayê de gelek bi bandor e jî piştgirî da. Me li Galer û Îskoçyayê jî ji partiyan piştgiriya wan xwest. Wan jî piştgiriya xwe diyar kir. Divê azadiya Ocalan bikeve rojeva hêzên navneteweyî."

Yuksek da zanîn ku UNISON sendiqayek girîng e ku ji bo pêvajoyên şer bi dawî bibe gelek xebat meşandiye û got ew bawer dikin ku bi vê kampanyayê azadiya Ocalan bigihînin hemû cîhanê.

'Helwesta AKP'ê ya li hemberî xweseriyê tê rexnekirin'

Yuksek her wiha anî ziman ku li Kamaraya Avam a Îngilistanê li ser xweseriya demokratîk nîqaş meşandine û ev nîqaş bala gelek kesan kişandiye Yuksek diyar kir ku di heman demê de derbarê modelên xweseriyê yên weke Îrlanda, Galler û Îskoçyayê jî lêkolîn kirine û got: "Polîtîkayên AKP'ê yên li hemberî daxwaza xweseriya demokratîk dimeşîne li Îngilistanê tê rexne kirin."

'Doza KCK'ê encax şidetê kûrtir bike'

Yuksek ji bilî hevdîtinên xwe yên li Îngilistanê têkildarê operasyonên qirkirina siyasî û polîtîkayên tasfiyekirina siyaseta demokratîk jî nirxandin kirin. Yuksek destnîşan kir ku hikumeta AKP'ê doza KCK'ê car din xistiye rojevê û vê pirsê kir: "Dixwazin doza KCK'ê bi cezayan bi encam bikin. Eger dozên Balyoz, Ergenekon xira bûne çima doza KCK'ê nakeve?" Yuksek doza KCK'ê weke "doza dûrketina ji çareseriyê" binav kir û hişyar kir ku ev doz encax şidetê kûrtir bike.

'Dê DBP bi guherîneke mezin dest bi pêvajoya nû bike'

Yuksek di dawiya nirxandina xwe de bibîrxist ku DBP di 22'ê Gulanê de kongreya xwe lidardixe û got "Em guherînek mezin a rêveberiyê hedef dikin. Dê partiya me rol û rista xwe bîne cih. Xebatên me didomin. Emê bi guherîneke mezin dest bi pêvajoya nû bikin."

(sy)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN