Li Serhedê dirûşmên ked, têkoşîn û aşitiyê bilind bûn
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) – Li Wan, Colemêrg, Agıri û Bedlîsê bi hezaran kedkar û karker 1'ê Gulanê Cejna Karkeran bi dirûşmên têkoşîn û berxwedanê pîroz kirin. Di axaftinan de polîtîkayên şer ên hikumeta AKP'ê bi tundî hate rexnekirin û banga bilindkirina têkoşîn û berxwedanê hate kirin.
Li bajarên Serhedê bi hezaran karker û kedkar 1'ê Gulanê Cejna Karkeran pîroz kirin. Li Wanê di pêşengiya KESK'ê de bi sedan kes li Parka Musa Anter civiyan. Li qadê bênavber dirûşmên "Bijî 1 Gulan, Bijî Kurdistan" û "Şehîd namirin" hate berzkirin. Di pîrozbahiyê de destpêkê rêvebirê Navenda Giştî ya EMEP'ê Umut Yegîn axivî û balê kişand ser şerê li Kurdistanê. Yegîn destnîşan kir ku bajarên Kurdistanê ev bi mehan e ku bi tank û topan hatine dorpêç kirin û hikumeta AKP'ê kaos û şer kûr kiriye. Yegîn diyar kir ku tekane riya rizgariyê têkoşîna hevpar e.
'Heya welateke wekhev ava bikin têkoşîn'
Endamê MYK'a DÎSK'ê Îlhan Yîgît jî anî ziman ku hikumeta AKP ev 14 sal in weke rejîma şer hebûna xwe didomîne û got "Heya ku me heqê keda xwe bigirin û welateke wekhev ava bikin emê têkoşîna xwe bidomînin." Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Lezgîn Botan jî balê kişand ser polîtîkayên AKP'ê yên li hemberî kedê û ji bo gefên rakirina destnedayînê jî got " Emê serî netewînin."
Pîrozbahî bi stranên Koma Abdal û govendan bi dawî bû.
COLEMÊRG
Li Colemêrgê jî kedkar û karker di pêşengiya KESK'ê de li ber avahiya şaredariyê civiyan û daxuyaniya çapemeniyê dan. Berdevkê demî ya KESK'ê yê Colemêrgê Musa Bor destnîşan kir ku karker û kedkar di nav şertên şer de 1'ê Gulanê pîroz dikin û bang li gelên Kurdistan û Tirkiyeyê kir ku li hemberî polîtîkayên şer ên hikumeta AKP'ê têkoşînê bilind bikin. Daxuyanî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.
ÇELÊ
Li navçeya Çelê ya Colemêrgê jî kedkar li ber avahiya sendîqaya KESK'ê cejna kedê pîroz kirin. Berdevkê KESK'ê yê Çelê Celal Şîmşek di axaftina xwe de diyar kir ku li Kurdistanê faşîzma AKP'ê her ku diçe kûr dibe û banga bilindkirina têkoşîna demokrasiyê kir.
AGIRİ
Li Agiriyê endamên Konfederasyona Sendîqalên Karkerên Şoreşger (DÎSK) li qada Newrozê 1'ê Gulanê pîroz kirin. Karkeran pankarta "Bijî yekîtiya çîna karkeran" bilind kirin û bi dirûşmeyan cejna karkeran pîroz kirin. Piştî axaftinan karkeran govenda 1'ê Gulanê gerandin.
BAZÎD
Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê jî cejna karkeran bi pêşengiya KESK, TTB, HDP û DBP'ê ve hate pîroz kirin. Bi sedan welatî beşdarî pîrozbahiya li ber avahiya şaredariyê bûn û dirûşmên ked û wekheviyî berz kirin. Li gel barana zêde jî pîrozbahî bi coşeke mezin berdewam kir û bi stranên Koma Azad govend hate gerandin.
BEDLÎS
Yek ji bajarên ku 1'ê Gulanê hate pîroz kirin jî Bedlîs e. Karker, kedkar, xwendekar jî di nav de bi sedan welatî tevlî pîrozbahiya li Qada Gokmeydani bûn. Di axaftinan de polîtîkayên şer ên hikumeta AKP'ê hate rexnekirin û peyama "Yên li ber xwe didin biser dikevin" hate dayîn. Piştî axaftinan li gel stranên Koma Stêrka Karwan û Halît Bîlgîç govend hate gerandin.
(sy)