DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jîngeha Kedê

Li herêma Marmarayê hêrsa li hemberî polîtîkayên Qesrê

 
1 Gulan
17:36 2016

NAVNDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Di pîrozbahiyên 1'ê Gulanê yên li Edîrne, Kocaelî, Tekîrdag û Çanakkaleyê de, polîtîkayên AKP û Qesrê hatin şermezarkirin û hat xwestin ku divê têkoşîna wekhev û demokrasiyê bê mezinkirin.

EDÎRNE

Li Edîrneyê di pêşengtiya saziyên sivî û rêxistinê kedê de 1'ê Gulanê li Kolana Saraçlar hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de HDP, CHP, Rêxitina Hezîranê, EMEP, KP, Kolektîf û parêzerên Baroya Edîrneyê cih giritn. Li ser navê rêxistinên kedê Berdevkê Herêma Trakyayê yê DÎSK'ê Arîf Kutay axaftinek kir û ev tişt got: "Xebatkar û karkerên Tirkiyeyê bi erzanî dixebitin, di şertên bê ewle de dixebitin, ev jî têrê nake, di kar de jiyana xwe ji dest didin. Di sala 2015'an de hezar 730 karkerên hevalê me jiyana xwe ji dest dan."

KOCAELÎ

Bi minasebeta 1'ê Gulanê rêxitinên kedê yên wekî KESK, DÎSK, TMMOB û TTB'ê li Parka Sabrî Yalim hatin gel hev û heta Bazara Pênçşemê meş pêk anîn. Di meşê de Halkevlerî, rêxistinên LGBTÎ, Kolektîfên xwendekaran, Rêxistina Hezîranê, Platforma Jinên Kocaeliyê, CHP û Komeleya Dersimiyên Kocaeliyê jî têde cih giritn. Qada ku ji hêla bi hezaran kesî ve hat dagiritn, li ser navê DÎSK'ê Serokê Genel Îşê Vedat Kuçuk axivî û diyar kir ku kesên koletiyê bispêre kedkaran dê winda bike û aşkera kir ku ew dê bi ruhê 1'ê Gulanê bi ser kevin.

Li ser navê KESK'ê Serokê Şaxa Egîtîm Senê Suca Omurca axivî û ev tişt got: "Êdî şideta li dijî jinê asayî tê dîtin, zarok bi destê AKP'ê tên racîzkirin, pirsgirêka kurd ji bêçareseriyê re hatiye hiştin, heta ev polîtîkayên AKP'ê berdewam bikin, em 1'ê Gulanê ne."

Piştî axaftinan mitîng bi stranên hunermendan berdewam kir

TEKÎRDAG

Di pîrozbahiyên li navçeya Çorlu ya Tekîrdagê de HDP, ESP, EMEP, Egîtîm Sen, FKF, Rêxistina Hezîranê û CHP beşdar bûn. Mitînga li ber Îtfayeya Kevin dest pê kir, bi axaftinan berdewam kir. Karkeran di mitîngê de daxwazên xwe anîn ziman.

ÇANAKKALE

Pîrozbahiyên 1'ê Gulanê yên Çanakkaleyê ji hêla Turk-Îşê ve hatin li darxistin. Pîrozgahiyên li Bazara Sêşemê hatin li darxistin de, karekran mafên xwe xwestin.

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN