DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jîngeha Kedê

Kedkarên herêma Anatoliya Navîn bertekên tund nîşanî AKP'ê dan

 
1 Gulan
17:11 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Di pîrozbahiyên 1'ê Gulanê Roja Kedkar û Karkerên Cîhanê yên li Enqere, Sêwas û Çorumê de bi deh hezaran kes daketin qadan û daxwazên xwe yên mafên azadiya ked, azadî û demokrasiyê anîn ziman. Kedkarên daketin qadan, nerazîbûnên xwe yên li hemberî AKP'ê anîn ziman û diyar kirin ku hikûmeta AKP'ê dê nikaribe kolanan li wan qedexe bike.

Li gelek bajaran bi sed hezaran karker daketin qadan û 1'ê Gulanê Roja Ked û Piştevaniya Karkerên Cîhanê pîroz kirin. Karker û kedkarên herêma Anatoliya Navîn jî daketin qadan û daxwazên xwe anîn ziman. Bi deh hezaran kes li gel astengî, qedexe û gefan daketin qadan û 1'ê Gulanê Roja ked û piştevaniyê pîroz kirin. Karkeran ji bo parastina kedê daxwaza aştî û azadiyê kirin. Li qadên pîrozbahiyan karker û kedkaran bi pankart, dowîz, silogan û wêneyan peyam, daxwaz û rexneyên xwe anîn ziman. Ji bo kesên di têkoşîna ked, demokrasî û aştiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin. Axaftinên li ser girîngî û wateya rojê hatin kirin.
Li qada Sihhiyê ya Enqereyê bi deh hezaran karker kom bûn û 1'ê Gulanê pîroz kirin. Li vir li ser navê Turk-Îş'ê Nûnerê Turk-Îşê yê Enqereyê Halîl Îbrahim Alpoglu diyar kir ku ew ji bo mafê ked, aştî, demokrasî û azadiyê daketine qadan û xwest li her derê li dijî êrîşa kedê têbikoşin û rabin ser piyan.

Bi 3 zimanan daxuyanî hat xwendin

Piştre li ser navê DÎSK, KESK, TTB û TMMOB'ê bi zimanê kurdî, tirkî û erebî daxuyaniya 1'ê Gulanê hat xwendin. Di daxuyaniyê de Îbrahîm, Mahîr, Musa Anter û Ugur Mumcu û Mahîr bibîr anîn û diyar kir ku îro roja îtîraz û serîrakirinê ye. Di daxuyaniyê de hat zanîn ku darbekar û îşkecevan ên berpirsiyarên Roboskê û Mereşê heta neyên darizandin, tu pirsgirêkên din çareser nabin. Di daxuyaniyê de hat zanîn ku heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin, tu pirsgirêkên din jî çareser nabin.
Piştî axaftinan Koma Gunyuzu derket ser dikê û stran gotin. Mîtîng piştî axaftinan mi muzîk, govend û paqijiya qadê bi dawî bû.

ÇORUM

Li Çorumê jî di pêşengiya DÎSK û KESK'ê de 1'ê Gulanê roja ked û piştevaniyê bi tevlêbûna 500 karkeran hat pîrozkirin. Girseya peşdarî pîrozbahiyê bû, ji parka Pirbaba dest bi meşê kir û heta Kuleya Saetê berdewam kir. Di mîtîngê de zêdebûna Egîtîm Senê bal kişand ser xwe. Sendîkayên girêdayî KESK û DİSK'ê Komeleya Parêzerên Hemdem, HDP, EMEP, Halkevlerî û Tevgera Hezîrana Yekbûyî di mîtîngê de cihê xwe girtin. Mîtîng bi axaftin, silogan û govendê bi dawî bû.


SÊWAS

Li Sêwasê jî saziyên civakî li kolana Mevlana 1'ê Gulanê Roja kedkarên cîhanê pîroz kir. Bi sedan kes beşdarî pirozbahiyê bûn. Di çalakiyê de hat xwestin ku êdî şer bi dawî bibe û mafê ked û aştiyê bê parastin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN