HDP: Tiştên ku li meclisê biqewimin AKP berpirsiyar e
ENQERE (DÎHA) - Berî ku hevdîtinên rakirina destnedanên ku HDP'ê hedef digirin dest pê bikin, pevçûn û buyerên ku li Lîjneya Giştî dest pê kirin û wekî sedema vê jî dîsa ji hêla AKP'ê ve HDP berpirsiyar hatin nîşandan. HDP'ê bertek nîşanî vê yekê da û aşkera kir ku buyerên li meclisê rû dane, ne ew, AKP berpirsiyar e û wiha got: "Meclis ne dayreya fermî ya AKP ye û em jî ne memîrên wê ne."
Serokwekîlêm Koma HDP'ê Çaglar Demîrel û Îdrîs Baluken bi daxuyaniyekî, hedefgirtina partiya xwe şermezar kirin û dan zanîn ku Meclis ne saziya fermî ya AKP'ê ye û ew jî ne memurên wanin. HDP'ê diyar kir ku ew dê li dijî hemû êrîşan li ber xwe bidin.
HDP'ê aşkera kir ku ew dê li hemberî hemû êrîşên AKP-Qesrê li ber xwe bidin û têkoşîna demokrasiyê berdewam bikin û ev tişt hat gotin: "Desthilatdariya siyasî ya ku vê yekê baş dizane, dixwaze hêza me bişkîne û pergala serokatiyê ya ku xeyal dike bixe dewrê. Ji bo wê jî her roj li êrîşên xwe yeke din zêde dike."
Di daxuyaniyê de li ser buyerên berî çend rojan li meclisê qewimîn jî hat sekinadin û hat gotin ku her çendî ew van buyeran necibînin jî AKP-Qesr û çapemeniya girêdayî wan, partiya wan hedef didin nîşan.
100 AKP'îyan êrîşê 5 HDP'iyan kir
HDP'ê di daxuyaniya xwe de aşkera kir ku berî çend rojan li Lijneya Giştî ya TBMM'ê qasî 100 wekîlên AKP'ê êrîşê Ferhat Encu û 4 wekîlên wan kirine û ev êrîş ji hêla AKP'ê ve nayê dîtin û wiha hat gotin: "Îro ev kesên ku van êrîşa nabînin, xwe wekî mexdur didin nîşan. Bi sedan wekî li Lijneya Giştî êrîşê 5 wekîlên me kirin. Koma AKP'ê dixwaze li ser berpirsiyariyên xwe bide girtin û wekî partiya me berpirsiyar be dide nîşan."
HDP'ê herî dawî aşkera kir ku berpirsiyariyên van buyeran partiya wan nîne û daxuyaniyên der barê partiya wan de tên dayîn jî bi van gotinan şermezar kir: "Peyvên ku tên bi kar anîn, peyvên gelek qirêj in. Tiştên li Komîsyona Makeqanûnê ne em, ne wekîlên me û ne jî şêwirmendên me berpirsiyar in." HDP'ê herî dawî aşkera kir ku mecli ne saziya AKP'ê ye û ew jî ne memurên wan in.
(ms)