Esnafê Amedê îflas dikin
AMED (DİHA) - Serokê Rêveberiya DESOB'ê Alican Ebedînoglu, diyar kir ku polîtîkayên AKP'ê yên şer li Amedê di salek dawî de gelek kargerî û şîrket hatin girtin. Ebedînoglu, anî ziman ku ji bo krîz bêtir mezin nebe, divê bi lezgîn gavên çareseriyê bên avêtin. Endamê Rêveberiya Odeya Muşavirên Malî Osman Ozsat jî anî ziman ku dermanê qrîza aboriyê aştî ye.
Şerê ku îxtîdara AKP'ê li Kurdistanê daye destpêkirin hemû esnaf û şîrketan dixe qirîza aborî. Di serî de li Kurdistanê bandorê li hemû esnafên Tirkiyeyê dike.
Li Amedê jî piştî şerê li Kurdistanê gelek esnafan dikanên xwe girtin û şîrketan îflas kirin. Endamê Rêveberiya Odeya Muşavirên Malî ya Amedê Osman Ozsat, anî ziman ku dermanê qrîza aboriyê aştî ye. Ozsat, anî ziman ku dema pêvajoya aştiyê dest pê kiribû, li Tirkiye û Kurdistanê rewşek aram û asayî dest pê kiribû, lê bipêvajoya şer re êdî her tişt dîsa tev li hev bû. Ozsat, xwest ji bo çareseriyê dîsa li maseya çareseriyê vegerin.
Ozsat, anî ziman ku di şer de 3 hezar û 6 navçe hatin xerakirin û wiha got: "Bi 10 hezaran welatî neçar man ku navçe û gundê xwe terk bikin. Çareseriya her tiştî aştî ye û divê bi lezgîn gavên aştiyê bên avêtin."
Ozsat, anî ziman ku esnafên ku dewletê dikanê wan xera kirine 3 -5 hezar TL daye wan û ev ne çareserî ye. Ozsat, destnîşan kir ku efoya bacê jî ne çareserî ye û divê berî her tiştî hemû zerarê esnafan bide û şer rawestîne û wiha got: "Divê bi lezgîn dîsa vegerin protokola Dolmabahçeyê. Em bang li saziyên civakî jî dikin ku dakevin qadan û li dijî van êrîşan dengê xwe bilind bikin.
Dilê Amedê birîndar e
Serokê Rêveberiya DESOB'ê Alican Ebedînoglu, diyar kir ku polîtîkayên AKP'ê yên şer li Amedê di salek dawî de gelek kargerî û şîrket hatin girtin. Ebedînoglu, anî ziman ku ji bo krîz bêtir mezin nebe, divê bi lezgîn gavên çareseriyê bên avêtin. Ebedinoglu, destnîşan kir ku Sûr dilê Amedê ye û li Sûrê ji 6 hezar û 500 esnafan nêvî nikarin kar bikin û wiha got: "Li gori salên borî ji sedî 200 dikan hatine girtin. Piştî şer divê teqez di aliyê aborî de wekî herêma afetê bên îlankirin. Bazirganiya herî mezin li Deriyê sînor ê xabûrê ye. Ji ber êrîşên hêzên dewletê yên li Sîlopiya û Cizîrê deriyê sînor ê xabûrê hatiye asta girtinê.
(mae)