Prof. Dr. Kadîr: Hikûmeta AKP'ê di riyeke şaş de ye
AMED (DÎHA) - Dîroknasê kurd Prof. Dr. Jabar Kadîr, diyar kir ku riya şer a ji hêla hikûmeta AKP'ê ve hatiye hilbijartin, riyeke şaş e û aşkera kir ku destkeftiyên kurdan dewleta tirk aciz dike. Kadîr got ku bi hilweşandina bajaran dê aştî pêk neyê û bi hovîtî û zordariyê dê pêvajo nemeşe û ev tişt got: "Divê bi kurdên navxweyî û derve re pêvajoyeke çareseriyê bê destpêkirin."
Alîkare Rektoriya Zanîngeha Cîhanê Prof. Dr. Jabar Kadîr ê li Başûrê Kurdistanê dijî, bi salan e li zanîngehê der bare dîroka kurdan de perwedeyê dede. Kadîr bal kişand ser êrîşên dewelta tirk ên li dijî gelê kurd û der barê Peymana Sykes Pîcot de nirxandin kirin. Kadîr bi lêv kir ku sînorên li Rojhilata Navîn, ji ber Peymana Sykes Pîcotê derketine holê û wiha pêde çû: "Yek sînorên li Rojhilata Navîn jî li gorî Peymana Sykes Pîcot nehatin xêzkirin. Li gorî peymanê, axa Kurdistanê ji hêla deweltên kapîtalîst ve hat parvekirin, Bakur dan Rûsyayê, Başûr jî dan Fransayê. Piştî Rûsya lê vekişiya, Bakur ji Tirkyeyê re ma û bi berdewama peymanê re, axa Kurdistanê bû 3 perçe. Piştî Kurdistan ji hêla Sûriye, Tikiye û Iraqê ve hatin parvkirin, berî peymana Sykes Pîcot beşekî jî ji hêla Îranê ve hat dagirtkirin û vê parvekirinê bandoreke gelek xirab li ser Kurdistanê kir."
Dê rewşa kurdan çawa be?
Kadîr got ku îro li tevahiya cîhanê tê nîqaşkirin ku êdî tu wateya Sykes Pîcot nema ye û wiha got: "Êdî tu bandora peymanê nema. Sînor bi tevahî guherîn. Dewletên wekî Sûriye û Iraq bela bûn. Dema rewş ev be, divê bê pirsîn dê rewşa gelê kurd çibe? Piştî Peymana Servê û Lozanê re ji holê rabû, êdî Peymana Sykes Pîtotê jî berdewamiya xwe winda kir. Piştî van her du peymanan, sînor ji nûve hatin xêzkirin."
Siyaseta tirk bi îmha û înkarê tê
Kadîr aşkera kir ku siyaseta Tikiyeyê 100 sal e li dijî kurdan e û got ku ew ji sala 1973'yan vir ve der barê Bakurê Kurdisanê de xebatan dimeşîne, siyaseta tirk tu carî dest ji polîtîkaya înkar û îmhayê berneda ye. Kadîr diyar kir ku ew destpêkê ji pêvajoya aştiyê gelekî bi hêvî bûye, lê ji ber nêzikatiya dewletê pêvajo hatiye xirabkirin û rewş ji berê jî xirabtir kiriye. Kadîr got ku hemû mafên rewa yên wekî ziman û çand li kurdan hatiye qedexekirin û bi pêvajoya aştiyê re jî ev bêhiqûqî berdewam kiriye.
Ji destkeftiyên kurdan aciz in
Dîroknasê kurd Kadîr destnîşna kir ku dewleta tirk di serî de ji Rojava û hemû destkeftiyên kurdan aciz e û dixwaze êrîşê van destkeftiyan bike û wiha axivî: "Naxwazin kurd di tu qadê de bi pêş kevin. Tirk bi xwe dibêjin ku 'Li Arjantînê jî Kurdistanek bê avakirin em dê li hemberî wê derkevin', yanî ez ê li hemberî vê helwesta tirkan çi bêjim ez nizanin. Riya ku diçin ne riyeke rast e. Bi kude biçin jî dê kurdek derê pêşiya wan."
'Ji bo berjewendiyê xwe bi Başûr re ye'
Kadîr li ser têkiliyên dewleta tirk û kurdên Başûr jî rawestiya û got ku têkiliyên di navbera wan de gelekî baş e û ev têkiliyên Tirkiyeyê û Barzanî jî bi van gotinan şîrove kir: "Sedema bingehîn petrola li Başûr e. Dewleta tirk ji vê yekê gelekî feyde digire." Kadîr bal kişand ser xwerêveberiyên cewherî jî û da zanîn ku êrîşên li dijî xwerêveberiyên cewherî xeletiyeke mezin e û piştrast kir ku gelê kurd li çar parçeyên Kurdistanê bi heman zehmetiyan re rû bi rû ye û ev tişt got: "Kurd li gelek hêlan bi DAIŞ'ê re têkoşînê didin meşandin, lê helwesta dewleta tirk a li dijî DAIŞ'ê ji hêla her kesî ve baş tê zanîn."
'Erdogan maseya çareseriyê xirab kir'
Kadîr der birî ku pişti di sala 2013'an de li ser nameya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêvajoya aştiyê hatiye destpêkirin, piştî li hevkirina Dolmabahçeyê, maseya çareseriyê ji hêla Serokomar Tayyîp Erdogan ve hatiye rûxandin û tune hatiye hesibandin.
Pêvajoya aştîyê çîma berdewam nekir?
Kadîr destnîşan kir ku heke dewletê vîna aştiyê danya holê dê ew qas mirin nebûna, Kadîr got ku divê her kes pirsa "Pêvajoya aştiyê çima pêk nehat?" li xwe bike û wiha pêde çû: "Dema hikûmet di hilbijartinan de tiştekî bi dest nexin, serî li rêbazên sidetê didin. Dê aştî tu carî bi şer neyê, bi muzakereyan hatiye."
Li Bakur pirsgrêk çareser bibe...
Kadîr di dirêjiya axaftina xwe de piştras kir ku hemû mirov ji pêvajoya çareseriyê ya li Bakurê Kurdistanê gelekî kêfxweş bûne û ev tişt got: "Heke li Bakur pirsgirêka kurd çareser bibe, dê bandorê li ser perçeyên din jî bike. Ji bo aştiyê divê gelên li Tirkiyeyê jî tiştekî bikin. Dibe ev şer 5-10 salan bajo lê di dawiya dawî de dê bi aştî û muzakereyê çareser bibe"
'Dê bi zordarî û hovîtiyê pêvajo nemeşe'
Kadîr herî dawî aşkera kir ku heke tu nasname, çand û zimanê gelekî tune bihesibînî, tuyê nikaribî bi wî gelî re aştiyê saz bikî û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Dewlet niha Nisêbîn, Gever û gelek cihên din dişewitîne. Bi hileşandina bajaran re dê aştî pêk neyê. Divê dewleta tirk vê yekê bizanibe. Bi hovîtî û zordariyê de ev pêvajo nemeşe."
(ms)