DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Aborî

'Berî pere, pevguhartin hebû'

 
30 Nîsan
17:07 2016

AMED (DÎHA)-Meclîsa Ekolojîk ya Amedê, bi şîara “Pevguhartin(teqes) ne dayîna tiştên bêkêr e" Bazara Pevguhartinê ava kir. Endama Meclîsa Ekolojîk a Amedê Çîlem Akkaya da zanîn ku yek ji mebesta wan ew e ku, ji dêvla ezperestiyî çanda komunal bi pêş bikeve.

Komisyona Aboriyê ya Komunal a di bin banê Meclisa Ekolojîk ya Amedê de, bazara pevguhertinê ava kir. Di dîrokê de pergala aboriyî ya herî kevn û bêyî kar "pevguhartin e"(teqes) û niha ji nû ve pêk tê. Bi pankarta ‘Hûn Bi Xêr Hatin Bazara Pevguhertinê' li ber baxçeyê Komleya Ekolojiyê ya Sumerparkê "Bazara Pevguhartinê" hat avakirin. Li bazarê ji pirtûk, cil û berg, xişr û mişiran bigire gelek amûr û tişt cih girtin û welatî bi isûla pevguhartinê danûstandinê dikin. Bazara ku dê heta 19.00'ê êvarî bidome, dê mehe carekê li hin deverên bajêr bê avakirin.

'Berî pere, pevguhartin hebû'

Li Bazara Pevguhartinê Endama Meclîsa Ekolojîk a Amedê Çîlem Akkaya axivî. Akkay diyar kir ku ji vê bazarê mebesta wan kar kêmkirina jiyaneke mezaxiyî ye û wiha got, "Berê pere tune bû, her tişt bi pevguhartinê pêk dihat. Pere îcad bû û pergala kapîtalîst jî pere belav kir û bi awayekî zêde mirov ber bi mezaxiyeke zêde ve hêl kirin. Bi vî awayî em dixwazin her wê hînbûyîna mezaxiyî kêm bikin."

Akkaya diyar kir ku piştî navendên danûstandinêç(AVM) vebûn bêyî ku pêdiviya mirovan bi tiştekî hebe mirov qefle biq efle ber bi wan dera ve diçin û wiha go, "Hemû qadên hêşînahiyî dagirkirin û li şûna wan navendên danûstandinê ava kirin. Bêyî pêdiviya mirovan bi tiştekî hebe diçin wan deran. Li vir armanca me ew e ku em çanda pevguhartinê di nav irovan de belav bikin û di asasê xwe de jî em wan ji wê çand mezaxiya zêde dûr bixin."

Her wiha Akkaya da zanîn ku yek ji mebesta wan ew e ku, ji dêvla ezperestiyî çanda komunal bi pêş bikeve.

(era-as/red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN