Av tune, lê HES'ê çêdikin
WAN (DİHA) - Bi dehan gundên girêdayî Mikse av tune, lê li navenda Miksê HES'ê ava dikin. Gelê Miksê bertek nîşan dan û diyar kirin ku li Gundê Feqiyê Teyran Vereruzê av tune, lê li Miksê HES'ê ava dikin.
Projeyên HES'ê li gelek herêmên Kurdistanê nexşeya ekolojiyê xera dike. Li gelek cih û waran bandorên neyinî li ser çandinî, çotkarî, sewalkarî, avhewa û zindiyên xwezayê dike. Hin cihan jî av tune, lê li tenişta wê projeyên HES'ê tên avakirin. HES'a ku li Miksê ya Wanê tê avakirin jî yek ji van projeyan e. Li dehan gundên miksê av tune, lê li navenda Miksê HES'ê ava dikin. Ji ber projeya HES'ê warê seyran ya miksê di bin avê de dimîne. Welatiyan bertek nîşanî projeya HES'ê dan û anîn ziman ku bi salane li gundên Miksê av tune û gotin: "Em naxwazin xweza wêran bibe. Bi salan e li gundê Vereruz ku warê Feqiyê Teyran e av tune. Şêniyên gundê Vereruzê jî anîn ziman ku 20 salin av tune, dixwazin HES'ê çêkin. Em HES'ê li vir naxwazin.
'Miks bi ava xwe heye'
Welatiyê Miksê Ayvaz Hazim diyar kir ku Miks bi ava çemê Subaşê heye û bi hatina baharê tên ser vî çemî seyranê û wiha got: "Çemê Subaşê warê westan û seyranê ye. Lê niha dewlet dixwaze li vir HES'ê ava bike û di bin avê de bihêle. Hazim, anî ziman ku bi vê avê bajarê Miksê hat avakirin û niha dixwazin vê avê bimiçiqînin. Hazim, bilêv kir ku gelê Miksê debara xwe bi çandiniyê dike û ger ku ev av bê qutkirin dê çandinî jî û aborî jî têk biçe.
Welatiyê bi navê Cebrail Bazar jî anî ziman ku bi salan e hêj tunela rê çênekirine, lê ji bo çavkaniya jiyanê ya welatiyan ava Subaşê qut bikin HES'ê ava dikin û dê destûr nedin vê yekê. Welatiyê bi navê Zeynal Acar jî bang li gelê Miksê kir û xwest li hemberî vê projeyê dengê xwe bilind bikin.
Keyayê gundê Verezûrê yê Feqîyê Teyran Nazmi Ugur jî anî ziman ku gundê wan bê av e, lê li aliyê din çavkaniya jiyan, çandinî û sewalariyê çemê Sûbaşê qut dikin û dimiçiqînin. Ugur, anî ziman ku 20 salin avê dixwazin, lê hêj av neanîne gundê wan û wiha got: "Ger ku Vereruz bê av be, li Miksê HES'ê ava bikin re rast e. Em vê yekê qebûl nakin.
Welatî Abdulbaki Ahî jî bertekên xwe yên li hemberî avakirina HES'ê anîn ziman û diyar kir ku ew destûr nadin vê yekê.
(mae)