DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jîngeha Kedê

Stenbol ji 1'ê Gulanê re amade ye

 
30 Nîsan
09:04 2016

STENBOL (DÎHA) - Kedkarên Stenbolê, ji pîrozbahiyên 1'ê Gulanê yên li Bazara Gel a Stenbolê re amade ne. Her çendî cihê pîrozbahiyan wekî Bakirkoy hatibe destnîşan kirin jî Qada Taksîmê nihav de ji hêla polîsan ve hatiye dorpêçkirin.

Rêxistinên kedê yên wekî KESK, DÎSK, TMMOB û TTB'ê îsa wekî qada pîrozbahiyan Bazara Gel a Bakirkoyê hilbijartin. Konfederasyonan aşkera kir ku ev biryar nayê wê wateyê ku wan dest ji Taksîmê berdaye û ev tişt hat gotin: "Ji bo em li dijî polîtîkayên şer ên AKP'ê hêj zêdetir dengên xwe bilind bikin, ji bo em şetên koletiyê li ser karkeran bidin rakirin, divê em li Stenbolê bertekek xurt derxin holê."

Her wiha konfederasyonan aşkera kir ku HDP, HDK û gelek partiyên siyasî û rêxistinên sosyalîst, çepgir dê piştgiriyê didin biryara konfederasyonan, dê di 1'ê Gulanê de di pîrozbahiyen Bazara Gel a Bakirkoyê bên gel hev.

Bernameya pîrozbahiyê jî diyar bû. Dê kedkar li Fona Marmarayê û li herêma E-5 a Încîrlî li hev bicivin, dê ji du milan ve bimeşin qada Bakirkoy. Dê meşa girseyî saet di 11.00'an de dest pê bike. Dê mîtîng jî di saet 13.00'an de dest pê bîke

Xebatên ku ji bo Bakirkoyê hatiye destpê kirin, ji hêla sendîkayan ve jî tê rêvebirin, dê partiyên siyasî û platform jî piştgiriyê bidin xebatan. Kedkar û welatiyên ku bixwazin beşdarî pîrozbahiyan bin, dê li her navçeyên Stenbolê bi otobusan bînin qada pîrozbahiyê. Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê dê bi 300 otobusên ku hatine amadekirin, gel bîne qada mîtîngê. Her wiha dê welatî bi metro, tramvay û otobusan jî bê qadê.

Dîsa di 1'ê Gulanê de dê gelek rê ji ber pîrozbahiyan girtî bimînin. Li gorî Midûryeta Polîsan a Stenbolê, riyên girtî yên Bakirkoy wiha ne: "Bulvara Tarlabaşi, Kolana Meteyê, Kolana Gumuşsuyu û Kolana Siraselvîler." dê gîrtî bin.

Her wiha cihê ku mitîng dê lê bê kirin jî ev rê girtî bin: "Kolana Îsmaîl Erez û koçeyên wê. Kolana Eren Kurt, D-100 a Bakur û Kuçeya Olgular, D-100 ya ji Bakur ve derbasî Bazara Gel a Bakirkoyê dibe", dê roja pîrozbahiyê girtî bîmînin.

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN