DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jîngeha Kedê

Li Tirkyeyê salê hezar 500 karker jiyana xwe ji dest didin

29 Nîsan
16:27 2016

ENQERE (DÎHA) - Sendîkaya Karkerên Hunerên Xweşik û Buroyê, Perwerde, Kooperatîf, Bazirganiya Tirkiyeyê (Tez Koop-Îş) bi minasebeta "28'ê Nîsanê Roja Bîranîna Karkerên di Qezayên kar de Jiyana xwe ji dest dane ya Cîhanê" de daxuyaniyek da û bal kişand ser ewlehî û tenduristiya karên li Tirkiyeyê, hat aşkera kirin ku li Tirkiyeyê di nava salekî de hezar 500 karekerî jiyana xwe ji dest dane.

Karker û kedkarên li Tirkyeyê dijîn, di şer û mercên gelek xirab de xebatan dikin. Her meh ji ber bêewlehî û qezayên ku pêk tên bi dehan karker jiyana xwe ji dest didin. Tez Koop-Îş bi minasebeta roja karekerên jiyana xwe ji dest didin, daxuyaniyek da û aşkera kir ku tenê di nava salekî de li Tirkiyeyê hezar 500 karekerî jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran karker jî birîndar bûne.

'Salê hezar 500 karker ji ber qezayan dimirin'

Li gorî rapora Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO), li cîhanê her sal 270 milyon qezayên kar pêk tên, li Tirkiyeyê jî buyerên bi vî rengî yên xemgîn pêk tên û wiha hat gotin: "Li gorî rapora ILO'yê her sal 270 milyon qezayên kar pêk tên; 160 milyon mirov ji ber kar nexweş dikeve û herî kêm 2 milyon 400 hezar mirov, ji ber qezayên kar û nexweşiyên girêdayî kar jiyana xwe ji dest didin. Li Tirkiyeyê her sal hezar 500 karker ji ber qezayên kar û nexweşiyên kar jiyana xwe ji dest didin."

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN