DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Aborî

Li dijî turîzmê derbeya şer

29 Nîsan
15:11 2016

ENQERE (DÎHA) - Piştî hikûmeta AKP'ê konsepta şer da destpêkir, di qada aborî de herî zêde tektora turizmê têk çû. Li gorî daneyên Amîrîya Îdarî ya Mulkî ya Balafirgeha Antalyayê di meha Adardê de hêjmara tûrîstên ku hatin Antalyayê li gorî Adara 2015'an ji sedî 18 kêm bû. Li gorî daneyên Wezareta Çand û Tûrzîmê jî welatê herî zêde kêm tûrist şandine Tirkiyeyê ji sedî 58,9 Rûsya ye.

Li Tirkiyeyê piştî hikûmeta AKP'ê şer da destpêkirin û şunde rêjeya tûrîstan a Tirkiyeyê jî kêm bû. Bi taybetî piştî şerê li Kurdistanê hat destpêkirin tûrîzma Tirkiyeyê têk çû. Li Antalyayê hêjmara turistan li gorî sala par 120 hezar kêm bû.
Li gorî daneyên Amîrîya Îdarî ya Mulkî ya Balafirgeha Antalyayê di meha Adardê de hêjmara tûrîstên ku hatin Antalyayê li gorî Adara 2015'an ji sedî 18 kêm bû. Li gorî daneyên Wezareta Çand û Tûrzîmê jî welatê herî zêde kêm tûrist şandine Tirkiyeyê ji sedî 58,9 Rûsya ye.

Di Adadra 2015'an de 312 hezar û 516 turist hatin Antalyayê. Îsal jî 257 hezar û 441 tûrîst hatin. Li gorî 3 mehên ewil ji sedî 21 windahiyek çêbû. Sala par 580 hezar û 736 tûrîst hatin îsal jî di vê demê de 460 hezar û 753 kes hatin.

Li gorî daneyên Wezareta Çand û Tûrîzmê jî Tirkiye herî zêde turîstê Rûsya winda kirine û tûrîstên ji Rûsya tên ji sedî 58.9 kêm bûne. Di sala 2015'an de 58 hezar û 338 tûrîstên Rûs hatin, lê niha 23 hezar û 947 tûrîst hatin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN