DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Bîlgen: Li hemberî meclîsê darbe tê kirin

 
29 Nîsan
14:07 2016

MÊRDÎN (DÎHA) – Berdevkê Koma HDP’ê Ayhan Bîlgen Têkîldarî buyerên di rojên dawî de daxuyanî da. Bîlgen diyar kir ku ji aliyekî bazirganiya penaberan li meclîsê tê kirin û ji aliyê din ve jî dixwazin darbeyê pêk bînin û wiha got: “Em tenê bimînin jî em ê destûrê nedin ku ev pêvajo rehet derbas bibe. Di rojên pêş de dê rewş hîn bi ser êşî bidome” Bîlgen diyar kir ku li hemberî meclîsê darbe tê kirin.

Berdevkê Koma HDP’ê Ayhan Bîlgen têkîldarî buyerên di rojên dawî de li Meclîsê pêk tên daxuyaniyek da. Bîlgen ku bi Komîsyona Parastina Mafên Penaberan re hate Mêrdînê, li avahiya Rêxistina Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) ya Mêrdînê daxuyanî da. Bîlgen têkildarî girtina rêveber û hevserokên partiyên siyasî yên Mêrdînê axivî û got “Girtina rêveberên gel rewşa li Tirkiyeyê radixîne ber çavên mirovan. Gelên Tirkiyeyê darbeyga ku ji beriya 7’ê hezîranê dom dike hêj dijî. Tiştên ku li meclîsê li hemberî parlementerên HDP’ê tên kirin perçeyek ji tiştên ku li ser gel ve tê kirin e.”

‘Li hemberî meclîsê darbe tê kirin’

Bîlgen diyar kir ku li meclîsê ji aliyekî ve pazara penaberan tê kirin û ji aliyekî din ve jî bi xwestina rakirina destnedayîna parlementerên HDP’ê megazagonê îhlal dikin. Bîlgan anî ziman ku ji bo ku bazirganiya penaberan bikin û di encamê de vîzeya welatên ewropa rakin ketine nava liv û tevgera bi lez a çêkirina zagonan û wiha got: “Niha li hemberî meclîsê darbeyek tê kirin. Em ne partiyekî ku dikevin paş destnedayînê ne. Em ê di demekî nêz de teklîfa rakirina destnedayîna parlementeran nîqaş bikin. Duh berdevkên partiyan derketin gotin ‘Em ê bêjin erê lê ev yek ne li gorî zagonan e’ Ev yek tercîha partiyên mixalîf e lê ev yek wekû ew jî tînin ziman li dij zagonan e. Ger em tenê jî bimînin em vê pêvajoya ku meclîsê û siyasetê tasfiye dike qebul nakin.”

‘Tişta beriya hilbijartinê bi dest nexistin dixwazin niha bi dest bixin’

Bîlgen destnîşan kir ku ew ê destûrê nedin pêkanînên hikumeta AKP’ê yên wekî ku bi ser gel ve dikin ku di hundirê meclîsê de jî bikin û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Dibêjin ‘Dema me nîn e, em nikarin dosyayên parlementeran yek bi yek deynin ser maseyê û destnedayîna wan rakin’ wê demê çima we ji berê de li lijneya giştî ev yek ji nîqaşan re venekir? Çima we komîsyona lêkolînê kom nekir? Çima we çavê xwe ji zêdebûna van dosyeyan re girt? Niha li meclîsê tevgerekî konjektûrel heye û bi vê yekê dixwazin HDP’ê ji meclîsê dur bixin. Di 7’ê hezîranê de bombe teqandin, ber bi 1’ê mijdarê ve heta bi navenda partiya me şewitandin û armanç kirin ku HDP’ê dê nekeve meclîsê. Wê demê ev yek bi dest nexistin, gel destûra vê neda wan , vê gavê ew jî dixwazin bi hêza xwe ya di meclîsê de HDP’ê ji meclîsê bavêjin.”

‘Xwestin hevalên me bidin tirsandin’

Bîlgen, bibîrxist ku hikumeta AKP’ê dixwaze hin zagonên girîng di demekî kurt de bide derxistin û wiha axavî: “Odeya ku dûh lê civîn dihat girtin pir biçûk bû. Me daxwaza xwe ya nîqaşan di salonekî mezin de anî ziman lê ewan ev yek qebul nekirin. Li wir xwestin 10-15 hevalên me yên li wir bidin tirsandin. Li lijneya giştî dema hevalê me diaxivî û ramanên xwe dianîn ziman ewil ji bo ku gotinên wî neyên fêhmkirin dengên cûda ji xwe derxistin û piştre jî êrîşî hevalên me kirin.”

‘Bi vî rengî berdewam bike dê ser êşî mezintir bibe’

Bîlgen diyar kir ku dê bi vî rengî berdewam bike dê serêşiyên mezin hîn bêhtir bên jiyandin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Tiştên ku tên niqaşkirin dê em dikarin wekî ku bi siyasetmedaran û bi siyasetê bikeve nîqaş bikin. Di rojên pêş de dê tansiyon hîn bilindtir bibe. Em ji vêderê caridin bang dikin ku rewşa heyî bidin ber çavan û deqe beriya deqeyê ji şaşiyan vegerin. Em hêvî dikin ku dê ji şaşiya ku meclîs berçav nayê girtin û welat ber bi darbeyê ve dibe demildest bê vegerandin dikin.

(ha-ua/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN