Jin dê qadên 1'ê Gulanê azad bike
 
								
							ENQERE (DÎHA) - Jinên ku nêviyê nifûsa cîhanê ava kirine, diyar kirin ku muxalefeta bingehîn ya civakê ne û ji bo aştî û azadî bi ser bikeve ew dê qadên 1'ê Gulanê rengîn bikin. Jinên kedkar bang li hemû jinên Tirkiyeyê kirin û xwestin bi ruhê 8'ê Adarê dakevin qadan û qadên 1'ê Gulanê rengîntir bikin. 
Wekî hemû karker û kedkaran jinên kedkar û karker jî amadekariya 1'ê Gulanê dikin û dixwazin bi rengê û nasnameya xwe tev li pîrozbahiyên 1'ê Gulanê bibin. Jin dixwazin bi ruh û hasasiyeta 8'ê Adarê di 1'ê Gulanê de jî rengê xwe bidin nîşan. 
Endama Komeleya Lekolîna  Çanda Anadolu (AKA-DER) Betul Koca bang li hemû jinan kir û xwest di 1'ê Gulanê de dakevin qadan û got: "Divê jin li dijî pergala xerabe dakevin qadan û dengê xwe bilind bikin." 
Sekretera Jinê ya KESK'ê Gulîstan Atasoy jî diyar ku 1'ê Gulanê herî zêde ji bo jinan bi wate ye û wiha got: "AKP û Qesr dixwaze li gorî berjewendiya xwe  civakek kole ava bike. Bi rêbazên şer de israr dike. Her roj mirov tên kuştin. 
Mêrê serdest û pergala kapitalizmê rolek li ser jinê bar kiriye. Vîna jinê tune tên hesibandin. 
 
Sekretera Jinê ya SES'ê Belkıs Yurtsever, jî anî ziman ku ew li dijî kuştina jinan, betalî û xizaniyê dê dakevin qadan û jin dê dengê xwe bilind bikin. 
Sekretera Jinê ya Egîtim Senê Ebru Yigit jî anî ziman ku AKP dixwaze hemû polîtîka û zaxebatên xwe li ser peşta jinê têxe meriyetê. Ji ber vê yekê divê jin berî her tiştî li keda xwe xwedî derkevin. 
(mae)

 
			 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							