DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

'Dadgeh bêtir mexdûr dike'

 
29 Nîsan
09:07 2016

SÊRT (DÎHA) - Li Sêrtê di meheke dawîn de 7 jinan serî li Navenda Şêwirmendiyê ya Jinan a Berfînê da. Psîkolog Şazîye Sevilgen destnîşan kir ku dozên hatine vekirin ji bo jinan hatiye asta tehdê û got ku mihkeme mexdûriyetan dirêj dike.

Di dema hikumeta AKP'ê de ligel ku îstismara zayendî, şîddeta li hember jinan, destdirêjî û tecawiz her ku diçe zêdetir dibe, li Sêrtê jî di meheke dawîn de 7 jinên rastî şîddetê hatin serî li Navenda Şêwirmendiya Jinan a Berfînê ku di bin banê şaredariyê de xebat dimeşîne da. Xebatkarê navenda şêwirmendiyê psîkolog Şaziye Sevilgen got ku jinên mexdûr di radeya herî dawîn de serî li saziyan didin. Sevilgen diyar kir ku jinên ji bo alîkariyê serî lê didin zêdehî rastî êrîşa cinsî hatine ne û di nav civakê de gelek jinên mexdûr in jî hene.

'Doz vediguherin tehdê'

Sevilgen da zanîn ku wan tenê sedî 5'ê jinên rastî êrîşan hatine û serî li wan dane tespît kirine. Sevilgen anî ziman ku jinên ew sewqî cihên edlî dikin zêdehî mexdûr dibin û wiha got: "bi taybetî di asta mihkemeyê de doz vediguherin tehdê. Hin dozên tecawizê ev 4 sal in li benda encamgirtinê ne."

'Bernameyên televîzyonan encamên neyînî didin'

Sevilgen bi gotina "kesên mexdûr dikin jî mêr in kesên pêvajoyê bi rê ve dibin jî mêr in" bertek nîşanî pêvajoyên darazê da û wiha berdewam kir: "Piştî êrîşan jin di bin bandora civakî de tê hiştin û gelek caran bi darizandina 'sincê' mêr dixwazin ser êrîşên xwe bigirin."

Sevilgen bal kişand ser hin bernameyên televîzyonan tên weşandin jî û wiha berdewam kir: "Di nav şer de bernameyên di televîzyonan de tên pêşkêşkirin ne baş in. Bernameyên zewacê bi taybetî bi encamên xwe rewşeke neyînî derdixe holê. Di bin van bernameyan de şîddet, êrîşa zayendî û destdirêjî heye."
Sevilgen herî dawîn bal kişand ser têkoşîna bi hev re a li hember van êrîşan.

(gka)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN