DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Çîrokên 'veşarî' li benda çapkirinê ne

 
29 Nîsan
09:03 2016

GOKHAN ALTAY

AGIRÎ (DÎHA) – Li Agiriyê nivîskar Nihat Oner ku ev 8 sal in gund bi gund, bajar bi bajar digere heya niha nêzîkê 100 çîrokên devkî ku heya niha nayê zanîn berhev kirin. Oner ê di nav şertên zehmet de vê karê da meşandin got ku gelek çîrokên kurdewar ji aliyê dewletên serdest ve hatine şêlandin û bang li weşanxaneyan kir da ku ji bo çapkirina van çîrokan jê re bibin alîkar.

Li Kurdistanê li gel ku gelek çîrok tenê bi devkî tên vegotin bi tunebûnê re rû bi rû ne. Li herêma Serhedê nivîskar Nihat Oner gund bi gund geriya û gelek çîrokên heya niha nayên zanîn berhevkirin. Oner ê ev nêzîkê 8 sal in bênavber li gundên Îdir û Agiriyê digere heya niha nêzîkê 100 çîrokan berhev kirin. Çîrokên ku heya niha nebûne mijara pirtûkan û ji bilî herêma Serhedê li kêm cihan tên vegotin bi giranî jî dîrok û çanda kurdewar, efsaneyên kurdan radixe ber çavan. Oner ku di nav bêderfetiyê de ev çîrok berhev kirin bang li weşanxaneyên hestiyar kir da ji bo çapkirina van çîrokan jê re bibin alîkar.

Ji bo ku tune nebin gund bi gund geriya

Oner ê hêj li herêma Serhedê li pey çîrokan digere da zanîn ku ew zêdehî li gundên Agirî û navçeyên wê geriyaye û çîrok jî zêdehî bi devê kesên kal û pîran ve hatine vegotin. Oner destnîşan kir ku bi taybetî herêma Serhedê ji aliyê çavkaniyê ve pir dewlemend e û heya niha zêde li ser vê çavkaniyê xebat nehatine meşandin. Oner diyar kir ku wî tu carî di berhevkirina çîrokan de berjewendî ji xwe re nekiriye armanc û wiha axivî: "Min tenê xwest çîrokên heyî bila winda nebin û bi awayek nivîskî di dîroka kurdan de cih bigire."
Oner anî ziman ku di destên wî de gelek çîrokên nehatine deşîfre kirin jî hene û li ser pergala berhevkirina çîrokan ev tişt gotin: "Li kîjan gundî kesekî çîrok dizanî hebûya ez diçûm wê derê. Piştî qeydê jî min zêdehiya çîrokan deşîfre kirin. Lê yên hêj deşîfre nebûne hene.”

Çîroka Ristemê Zal jî di nav çîrokên hatine berhevkirin de ye

Oner behsa naveroka çîrokên hatine berhevkirin jî kir û got ku zêdehiya çîrokan bi awayek fabl hatine berhevkirin û wiha pê de çû: "Di çîrokan de zêdehî mijar li ser ajalan tên vegotin. Li gundekî kalekî heftê salî hebû û wî ji min re behsa çîroka Ristemê Zal kir. Gelên faris û tirk jî car bi car Zal weke efsaneya xwe vedibêjin. Lê belê dema em li naveroka çîrokê dinêrin em jiyana kurdewar tê de dimînin. Ji ber ku kurd zêde xwedî li vê dîrok û çanda xwe derneketine jî nirxên wan ên çandî hatine şêlandin. Mînaka 'Bremen Mizikaçilari' ku li gelek welatan populer e dema em lê dinêrin di çanda kurdan de jî heye. Gelek çîrokên navteweyî ji aliyê gelên din ve hatin berhevkirin û li gorî çanda xwe hatin saz kirin. Ji ber ku karek sîstematîk nehatiye meşandin gelek çîrok ji aliyê gelên din ve hatine tomarkirin."

Oner nehat lîstika miduriyeta çandê!

Oner bi lêv kir ku demekê Miduriyeta Çandê ya Agiriyê ji bo çîrokan çap bike bi wî re hevdîtin pêk aniye lê belê wî vê daxwazê qebûl nekiriye û li ser sedema neqebûlkirinê jî ev tişt gotin: "Rayedarên miduriyetê hatin ba min û xwestin bi kurdî û tirkî pirtûkan çap bikin. Lê belê ji ber ku armanca wan cûda bû û reseniya zimanê çîrokan sero bino dikirin min jî nexwest çap bikin. Divê çîrok ewilî bi zimanê xwe werin nivîsandin."

'Werin bibin hevkarê vê karê pîroz'

Oner ji bo çapkirina çîrokên ku kom kirine jî bang li weşanxaneyên bihistyar jî kir û ev tişt gotin: "Niha di destên min de çîrokên dirêj mane. Yên nehatine nivîsandin ji yên hatine nivîsandin girîngtir û xweştir in. Hin weşanxane naxwazin çîrokan çap bikin û li gor berjewendiyên xwe lê dinêrin. Heke piştgiriya vê karê pîroz bikin dê di nav kareke pîroz de cihê xwe bigirin."

(sy)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN