Baluken: Li Meclîsê pêvajoya darbeyê dest pê kiriye
ENQERE (DÎHA) - Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Îdris Baluken, têkildarî pêşnûmeya "Destnedayîna wekîlan" a li ser daxwaza AKP'ê hat Komîsyona Makeqanûnê ya meclîsê, diyar kir ku li meclîsê pêvajoya darbeyê dest pê kiriye. Baluken, anî ziman ku ev pêvajo darbeya li dijî vîna gel û perçebûna meclîsê ye.
Li ser daxwaza Îxtîdara AKP'ê mijara "Rakirina Destnedayîna wekilan" hat rojeva komîsyona makezagona meclîsê. Niqaşên pêşnûmayê piştî 5 saetan navber hat dayîn. Têkildarî mijarê û niqaşan Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Îdris Baluken, li deriyê Çapemeniyê yê Meclisê daxuyanî da çapemeniyê.
3 pêşniyarên HDP'ê bi fermana Qesrê hatin redkirin
Balûken anî ziman ku li Tirkiyeyê guhertinek rejîma otoritek heye bi qasî ku meclîsê fesih bike mudaxaleyî komîsyonên meclîsê dike. Baluken, ani ziman ku wekî koma HDP'ê li ser rê û rêbazan pêşniyarên xwe gotin. Lê ev daxwazên wan bi fermana Qesrê hatin redkirin û wiha got: "3 pêşniyarên me hebûn. Berî her tiştî me xwest ev pêvajoya niqaşan ji aliyê çapemeniya dîtbarî ve bê şopandin û qeydkirin. Ji ber ku çav û guhê hemû Tirkiyeyê li vir e. Me xwest bi her awayî bê qeydkirin û dîmen bên kişandin. Lê xuya ye ku komîsyonê ferman ji cihekî din girtiye ev daxwaz qebûl nekir. Polis ketin hundir û mudaxale kir. Polîsan bi tundiyê endamên çapemeniyê ji hundir derxistin. Ev nîşan dide ku em bi darbeya sîstematîk re rû bi rûne.
Pêşniyara me ya duyemîn jî ji bo venêrtiyek baş bê kirin, ji bo vê yekê şert û mercên fizikî bên amadekirin û dane bên komkirin. Ji bo vê yekê me xwest wekîl û şêwirmendên wan jî karibin bi hêsanî bişopînin û ji bo vê yekê cihekî guncav bê amadekirin. Lê ev daxwaza me jî hat redkirin.
'Pergala Serokdewletibûnê dikin biryar'
Baluken, bilêv kir ku ew van niqaşên li komîsyonê wekî niqaşên "destnedayînê" nabînin û dijberî vê yekê avakirina pergala Serokdewletbûnê ye. Baluken, da zanîn ku bi vê rê û rebazê makezagon û rêziknameya hiqûqê tê binpêkirin û li dijî hiqûqa gerdûnî gav tên avêtin.
Baluken, anî ziman ku ev niqaşên tên kirin niqaşên dê meclîs bê fesihkirin ya na" ye û wiha got: "Di van niqaşan de dê biryara pergala Serokdewletê têxin meriyetê ya na bidin"
Balûken, êrîşa ku şevê din li dijî wekilên HDP'ê pêk hat ji wekî hovîtiyê bi nav kir û wiha bi dawî kir: "Êdî destnedayîna HDP'ê ya kursiyê jî ji holê rabûye. Ji xwe destnedayîna wekilên HDP'ê bi awayekî fîîlî tune ye. Yê ku tê niqaşkirin desteserkirina vîna gel e. Biryara tasfiyekirina meclîsê ye. Qesr û maşika wê îxtîdara AKP'ê daxwaza guhurtina xwe aniye korîdorê meclîsê. Nêzîkatiya MHP'ê ya li dijî kurdan, nêzîkatiya şer e. Hemû alikarî û piştevaniyê dide AKP'ê. Dîsa helwesta CHP'ê pir dilêş e. Komîsyona CHP'ê diyar dikin ku ev daxwaz li dijî makezagonê ye. Li aliyê din diyar dikin ku dê erê bikin.
(mae)