DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jîngeha Kedê

Li Geverê bi hezaran esnaf mexdûr in

 
28 Nîsan
14:05 2016

WAN(DÎHA) - Serokê Meclîsa Odeya Bazirganî û Sanayiyê ya Geverê Nedîm Selçûk, diyar kir ku bi hezaran esnafên girêdayî odeyên wan ji ber dorpêçkirinê mexdûr bûne û got divê çareserî ji van pirsgirêkan re bê dîtin.

Odeya Bazirganî û Sanayiyê ya Geverê, arasteyî mexdûriyeta esnafên Geverê ya ev 47 roj e ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye dorpêçkirin, li Eywana Civînê ya Odeya Bazirganî û Sanayiyê ya Wanê civîna çapemeniyê li dar xist. Parlementerê Wanê yê HDP'ê Lezgîn Botan jî beşdarî civînê bû.

Serokê Meclîsa Odeya Bazirganiyê ya Geverê Nedîm Selçûk ê di daxuyaniyê de axivî bi bîr xist ku "qedexeya derketina kolanan" a di 13'ê adarê de hatiye îlankirin ev 47 roj e didome û got ji ber dorpêçkirinê 5 hezar û 100 mukelefên bacê yên girêdayî Daîreya Bacê ya Geverê ne bi awayekî cidî mexdûr bûne.

Selçûk da zanîn ku 2 hezar û 400 esnafên girêdayî odeyên wan, hezar û 300 esnafên girêdayî odeya Esnaf û Sinhetkaran û 800 esnafên girêdayî Odeya Ajokar û otomobîlan mexdûr bûne.

Selçûk bêdengiya arasteyî van mexdûriyetan jî rexne kir û diyar kir ku gelek pirsgirêkên cidî yên esnafan hene. Selçûk wiha axivî, "Hema hema çek û senedên hemû bazirgan, pîşesaz û esnaf hatine nivîsandin û rastî protestoyê hatine. Yek ji wan jî nikarin texsîtên xwe yî krediyê yên bankayan bidin. Ji ber vê sicîla gelek ji wan xerabûye û gelek jê jî tên şopandin an jî rastî îcrayê tên."

Selçûk ji ber vê xwest demildest ev pirsgirêk çareser bibin.

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN