Li dijî vîna gel mudaxaleya polîsan
ENQERE (DÎHA) - Li ser fermana Serokomar Tayyîp Erdogan pêşnûmeya guhertina makeqanûnê ya tê xwestin destnedaya wekîlên HDP'ê bê rakirin şandin meclisê, Komîsyona Makeqanûnê li hev civiya. Di salona ku hevdîtinên pêşnûmeya derbeyê tê de dihat dîtin de, polîs ket dundur û xebatkarên çapemeniyê bi zorê ji hundur derxist.
Pêşnûmeya guhertiha makeqanînê ya ku ji hêla AKP'ê ve tê xwestin li pêşiya HDP'ê bigire û HDP'ê ji meclisê bavêje, hevdîtinên li Komîsyona Makeqanûnê dest pê kir. Hevdîtin li Salona Civînê ya Komîsyona Makeqanûnê ya li Avahiya Têkiliyên Gel ya li Meclisê pêk hat.
HDP'ê pêşnûme wekî "tunekirina vîna gel" hesiband. Di salona komîsyonê de her wiha Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Baluken û parlamenterên HDP'ê yên wekî Çaglar Demîrel Mîthat Sancar, Garo Paylan, Huda Kaya, Ertugrul Kurkçu, Meral Daniş Beştaş, Behçet Yildirim, Mahmut Celadet Gaydali, Nursel Aydogan, Osman Baydemîr, Feleknas Uca, Erol Dora, Ayşe Acar Başaran, Burcu Ozçelîk, Mîzgîn Irgat, Mehmet Emîn Adiyaman, Îbrahîm Ayhan û Sirri Sureyya Onder cih giritn.
Salona ku li der ve û li hundur ewlehiyeke awarte hatibû giritn, her wiha girseya zêde jî bal dikişan. Ji ber zêdebûnê her wiha Parlamenter Sirri Sureya Onder li ser piyan ma.
Pêşnûme hefteya tê dê li TBMM'ê be
Pêşnûmeya ku tenê ji du xalan pêk tê, wekî derbeya li dijî siyaseta Tirkiyeyê hat nirxandin. Her çendî gelek kesan xwest mafên axaftinê bigire, ev daxwaz ji hêla Serokê Komîsyona Makeqanûnê Mustafa Şentop ve hat redkirin.
Piştî hevdîtinên li Komîsyona Makeqanûnê bi dawî bû, dê hefteya bê li Lîjneya Giştî a Meclisê be. Dê aqûbeta pêşnûmeyê di Lîjneya Giştî de diyar bibe.
Rojnameger ji salonê hatin derxisitn
Hevdîtin li ser pêşniyara guhertina salonê dest pê kir. Piştî pêşniyara guhertina salonê, di navbera Wekîlê HDP'ê Garo Paylan û AKP'iyan de nîqaş derket. AKP'î bi ser wekîlên HDP'ê de çûn, li ser vê buyer qewimîn. Piştî buyerê rojnameger ji salonê hatin derxisitn salon ji hêla polîsan ve hat dagirkirin.
(ms)