DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Pirtûka Ocalan a 'Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk' wergerî îspanyolî kirin

 
28 Nîsan
11:50 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Pirtûka Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a "Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk" ku ji 5 cîldan pêk tê wergerî îspanyolî kirin.

Pirtûka Rêberê PKK'e Abdullah Ocalan a "Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk" ku ji 5 cîldan pek tê, piştî xebatek dirê wergerî zimanê îspanyolî kirin. Cîlda yekem a 'Şaristanî: Serdema Qralên Veşartî û Xwedayên Rûpoş, piştî 2'ê Gulanê dê li welatên Arjantin, Uruguay, Şilî, Bolivya, Ekvator û Venezuela bên firotin.

Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û wergêr Mahmut Çolak Zerdeştî wergera pirtûkê kir. Pêşgotina pirtûkê jî Atilio Boron nivîsand. Ji bo pirtûkan dê li her welatî civînên danasinê bê kirin. Di civînan de dê nerînên Ocalan ên li ser sosyalizm, modernîteya demokratîk, ekolojî, jineoloji, kapitalizm û şoreşa Rojava bên niqaşkirin.

Pirtûkên Ocalan berê jî bi zimanê Îngîlîzî û Îtalyani hatibû nivîsandin.

'Li Amarîkaya Latin pirtûkên Ocalan rastî eleqeyek mezin tên'

Wergêrê pirtûkê û endamê KNK'ê Mahmut Çolak Zerdeşti, daxuyanî da ajansa ANF'ê û diyar kir ku Pirtûkên Ocalan li Amerikaya Latîn rastî eleqeyek mezin tên.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN