Berî niqaşan destnedayîna HDP'iyan rakirin jî!
ENQERE (DÎHA) - Niqaşên destnedayîna ku wekîlên HDP'ê wekî hedef hatine girtin îro dê dest pê bike. Lê hêj niqaşan dest pê nekir, wekilên AKP'ê bi kulm û hilmiskan êrîşî HDP'iyan kirin.
Destnedayîna wekîlan ku HDP kirine hedef dê îro dest pê bike. Berî ku niqaşên destnedayînê dest pê bike, wekîlên AKP'ê li meclîsê êrîşî wekîlên HDP'ê kirin. Mijara destnedayînê dê îro di Komisyona Makeqanûnê ya Meclîsê bê niqaşkirin. Li bendê ye ku niqaş dê saet di 11.00'an de dest pê bike. Pêşnûmeya AKP'ê ku CHP û MHP jî piştgiriyê dide hêj dest pê nekiriye, lê ji niha de êrîşî wekîlên HDP'ê kirin. Dîmenên ku li meclîsê derket holê dîsa dîmenên 2'ê Adara 1994'an ku li dijî wekilên DEP'ê pêk hat anîn hiş û aqilan. Di sala 1994'an polîsan wekilên HDP'ê bi tundî, lêdanê ji meclîsê derxistibûn û wekilên DEP'ê 10 salan girtî mabûn.
Hevserokên HDP'ê û wezîrên HDP'ê ji sala 2015'an heta niha gelek caran rastî êrîşan hatin. Di sala 2012'an de jî Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş, Sirri Sureyya Onder, Emine Ayna, Aysel Tugluk, Osman Baydemir, Ertugrul Kurkçu û Gultan Kişanak rastî êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê û ava şid hatibûn. Wekîla BDP'ê Pervin Buldan jî wê demê bi fişeka gazê ji piyê xwe de birîndar bûbû. Dîsa di 3'ê Hezîrana 2010'an de li Xaburê Wekilê Şırnexê Hasip Kaplan û Sevahir Bayindir rastî êrîşa polîsan hatibû û di êrîşê de Bayindir ji piyê xwe de birîndar bûbû. Duh jî Wekîlê HDP'ê Ferhat Encu rastî êrîşê hat.
(mae)