Banga Ozgen a 1'ê Gulanê: Em hêza xwe bikin yek
STENBOL (DÎHA) - Hevserokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen, têkildarî mîtînga 1'ê Gulanê ya li Bakirkoyê diyar kir ku wan dest ji vîna Taksimê bernedaye, ji bo dengekî xurt yê li hemberî zordariya Şer a AKP'ê derxin û karibin vî şerî rawestînin, xwest her kes di 1'ê Gulanê de dakevin qada Bakirkoyê.
Rêxistinên kedê dê îsal 1'ê Gulanê Cejna Ked û Piştevaniyê li qada Bakirkoyê ya Stenbolê pîroz bikin. Ji ber ku walîtiya Stenbolê qada Taksimê qada Taksîmê qedexe kir, hêzên kedê biryar dan ku îsal mîtînga xwe li Bakirkoyê pêk bînin. Hevserokê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Lami Ozgen, li ser wate û girîngiya 1'ê Gulana 2016'an ji DÎHA'yê re axivî.
'Bi konsepta şer koletiyê dispêre karkeran'
Hevserokê Giştî yê KESK'e Lamî Ozgen, anî ziman ku bi konsepta şerê AKP-Qesrê 1'ê Gulana 2016'an pêşwazî dikin û wiha got: "Îxtîdar di çarçoveya vê konsepta şerde hemû keda kedkaran binpê dike. Dixwaze bi hukmê zorê hemû kedkaran bike koleyê xwe. Ji ber vê yekê kedxwarî, xizanî, zordarî tev zêde dibe. Em dê di 1'ê Gulanê de daxwaza aştî, wekhevî, demokrasî û azadiyê bixwazin. Em dê ji bo vê daxwaza xwe têkoşîna xwe bilind bikin."
'Em dê di 1'ê Gulanê de têkoşîna kedê mezin bikin'
Ozgen, anî ziman ku hikûmet di çarçoveya polîtîkayên şer de her tiştî qedexe dike û dixwaze bi riya qedexeyan hikum li ser her tiştî bike, lê ew dê bi têkoşîna kedê û çakiyên 1'ê Gulanê têkoşîna xwe ya li hemberî kedxwarî û mêtîngeriyê bilind û xurt bikin. Ozgen, destnîşan kir ku ji ber vê sedemê dê li hemû bajarên Tirkiyeyê 1'ê Gulanê bi coşek mezin pîroz bikin û wiha got: "1'ê Gulanê roja cejna kedkar, jin, gelên bindestan e. Divê hemû kesên wekhevî, azadî, demokrasa dixwazin divê li dijî hişmendiya faşîzmê dakevin qadan. Divê her kes li dijî pergala koletî û mêtîngeriyê dakevin qadan û ji bo daxwazên xwe yên demokratîk biqîrin. Ji bo şerê li Tirkiyeyê pêş dikeve rawestînin dakevin qadan."
'Me dest ji vîna Taksîmê berneda ye'
Ozgen, destnîşan kir ku wan xwest îsa jî 1'ê Gulanê li qada Taksîmê pîroz bikin, lê ji ber ku Walîtiya Stenbolê Qada Taksîmê li her tiştiî qedexe kir, wan biryar da ku 1'ê Gulana 2016'an li Bakirkoyê pîroz bikin. Ozgen, bilêv kir ku biryara wan a li Bakirkoyê mîtîngê pêk bînin nayê wateya ku wan dest ji vîna Taksîmê berdaye û wiha bi dawî kir: "Li dijî karker, kedkar, muxalif û gelê kurd bi komkujî û bombebaranê xwest tirsek mezin ava bike. Ji bo em li dijî vî şerî bibin dengekî xurt û em karibin bi dengekî bilind û xurt li dijî vê konsepta şer rawestin û dengê xwe bêtir bilind bikin. Ji bo em karibin vî şerî rawestînin û têkoşîna xwe xurttir bikin me biryara li vir da. Ji ber vê yekê tekoşîna bi hevre ya 1'ê Gulanê girînge û divê her kes ji bo daxwazên ked, aştî demokrasî û wekheviyê dakevin qadan. Li aliyê din Taksîm ji komkujiya 77'an heta niha 1'ê Gulanê li Stenbolê ji bo çîna ked, demorasî û aştiyê ya Tirkiye û Cîhanê xwedî wadeyek cûda ye. Ji ber vê yekê dîsa israr û daxwaza me ya em li Taksîmê pîroz bikin heye. Em dibêjin vîna me ya li Taksimê her dem û li her derê ye.
Em bi ruhê Taksîmê li Qada Bazarê ya Bakirkoyê dengê xwe bilind bikin."
(mae)