DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Weşanxaneyên Kurd: Emê li hemberî tarîtiyê xebatên xwe bidomînin

 
28 Nîsan
09:10 2016

WAN (DÎHA) – Di Fuara Pirtûkan a Wanê de welatî bi taybet berê xwe didin weşanxaneyên Kurdî û berhemên wan. Weşanxaneyên Kurdî ku ji eleqeya gel razî ne balê kişandin ser zext û qedexeyan û peyama "Her çiqas rewşa ku em îro di nav de ne tarî be jî emê xebatên xwe bidomînin" dan.

Fuara Pirtûkan a Wanê ku di sala duyemîn de bi dirûşma "Bi pirtûkan re aşitî" didome, bi coşek mezin didome û welatî bi taybet eleqeyek baş nîşanî weşanxaneyên Kurd didin. Weşanxaneyên weke Ava, J&J, Avesta û Nubihar diyar kirin ku beşdariya gelê Wanê ya fuarê gelek xurt e û hejmara xwîneran jî bilind dibe.

Nûnerê Weşanxaneya Nûbiharê Ramazan Avcioglu der barê berhemên weşanxaneyê de agahî dan û diyar kir ku bi taybet pirtûkên li ser zimanê Kurdî û dîroka Kurdistanê diweşînin. Avcioglu da zanîn ku bi taybet li ser dîrokê gelek berhemên nû weşandine û wiha axivî: "Bi taybet em li ser medreseyên Kurd xebatek taybet dimeşînin. Em cih didin berhemên pedagojîk a ji bo zarokan û pirtûkên ku ziman, dîrok û çanda Kurdî vedibêjin. Bihistyariya gelê Wanê ya ji bo Kurdî bi wate ye."

'Desteserkirina pirtûkan nabe tu derî'

Ji Weşanxaneya Ava'yê ku bi giranî li ser çîrok û destanên Kurdî pirtûkan diweşîne, Ronî War jî anî ziman ku gelê Kurd xwedî li ziman û wêjeya xwe derdikeve. War balê kişand ser zextên li ser Weşanxaneya Aramê jî û got: "Desteserkirina pirtûkan me nabe tu derî." Ji nivîskarên weşanxaneyê Ramazan Bakur jî diyar kir ku ewê li hemberî zextên li ser zimanê kurdî xebatên xwe bidomînin û wiha berdewam kir: "Her çiqas rewşa ku em îro di nav de ne tarî be jî emê xebatên xwe bidomînin. Emê xebatên ji bo Kurdî di nav kîjan şert û mercî de dibe bila bibe bidomînin."

'Xwendevanên Kurdî ne kêm in'

Ji Weşanxaneya Avestayê Abdullah Keskîn jî diyar kir ku her çiqas Kurdî ne zimanê perwerdehiyê ye jî xwendevanên Kurdî ne kêm in û anî ziman ku di nav rewşa şer de vekirina fuarê gelek bi wate ye. Ji Weşanxaneya J&J'yê Azad Zal jî der barê berhemên weşanxaneyê de agahî dan û wiha pê de çû: "Em helbest, roman, çîrok û ansîklopediyên Kurdî çap dikin. Piştî fuara Amedê, fuara herî zindî ya Wanê bû. Ji ber vê yekê em gelek kêfxweş in. Pirtûk bala gelê Wanê dikşîne, em vê rastiyê ji eleqeya bo fuarê dibînin."

(sy)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN