DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jîngeha Kedê

Dê HDP jî li Bakirkoyê be

 
27 Nîsan
15:59 2016

STENBOL (DÎHA) - Rêxistina Bajêr a Stenbolê ya HDP'ê, ragihandin ku ew dê di 1'ê Gulanê Cejna Karkeran de bi girseyî li Bakirkoyê bin.

Rêxistina Bajêr a Stenbolê ya HDP'ê têkildarî 1'ê Gulanê Cejna Karkeran li avahiya xwe civînek li dar xist. Li eywanê pankartên li ser "Em dê li hemberî şer, rûxandin, koletiyê li ber xwe bidin, Bijî 1'ê Gulanê" nivîsandî hatin daliqandin. Di civînê de Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Aysel Guzel anî ziman ku ew dê li hemberî êrîşên neo-lîberal û pergala koletiyê yên arasteyî keda karkeran li cem karkeran cih bigirin. Guzel diyar kir ku jin dixwazin di şert û mercên wekheviyî de bijîn û got, ew wek jinên HDP'î dê di 1'ê Gulanê de bi şîara "Ji bo jiyaneke azad û karekî ewle" dê li qada Bakirkoyê bin.

Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Dogan Erbaş jî dest nîşan kir ku ew dê di 1'ê Gulanê de tevî hêzên kedkar mil bidin hevdu. Alîgirê Hevserokatiya Bajêr Feremez Erkan jî got, ew dê wek HDP'ê bi girseyeke 100 hezarî li qada 1'ê Gulanê bin.

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN