DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Demîrtaş çû DYA'yê

27 Nîsan
13:22 2016

ENQERE (DÎHA) - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, ji bo hevdîtinan çû DYA'yê. Demîrtaş û heyeta pê re dê li DYA'yê hevdîtinên payebilind pêk bînin.

Heyeta HDP'ê ya di bin banê serokatiya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş de pêk hat çû DYA'yê. Demîrtaş dê tevî Alîgirê Serokê Giştî yê Berpirsiyarê Têkiliyên Derve Hişyar Ozsoy, Wekîla Seroka Meclîsê Pervîn Bûldan û heyeta HDP'ê hevdîtinên payebilind pêk bînin. Dê Demîrtaş beşdarî konferansa Nûnertiya Washîngtonê ya HDP'ê jî bibe.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û yên pê re dê bi dîrektorê Berpirsiyarê Ewropayê yê Obama, Charles Kûpchan û alîgirê wî Mark Shapîro re hevdîtinan pêk bîne. Her wiha dê di bargeha hevdîtinên Wezareta Karên Derve de bi Balyoz Krîstîe Kenney re jî hevdîtin pêk bên. Heyeta HDP'ê, piştî hevdîtinan dê di 2'yê Gulanê de vegere Tirkiyeyê.

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN