DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jîngeha Kedê

Bi ruhê berxwedanê tevli pîrozbahiyên 1'ê Gulanê bibin

 
27 Nîsan
10:13 2016

AMED (DÎHA) - Rêxistinên kedê yên li Amedê, Platforama Demokrasî û Kedê avakirin. Rêxistinan destîşan kir ku ew dê ji bo demokrasî, azadî, wekhev û kedê li qadan têkoşînek hevbeş bidin meşandin. Platformê aşkera kir ku ew dê bêjin, "Ji şer û metîngeriyê re na" têkoşînê mezin bikin û wiha got: "Em bang li gelê Amedê dikin ku di 1'ê Gulanê de li Qada Îstasyonê dengê xwe tevli dengê me bikin."

Li Amdê ji bo pîrozbahiyên 1'ê Gulanê, ji hêla TMMOB, KESK, TTB, DÎSK û Turk Îşê ve "Platforma Demokrasî û Kedê" hat avakirin. Endamên platformê ji bo pîrozbahiyên dê saet di 13.00'an de li Qada Îstasyonê pêk bên, banga tevlibûnê kir.

Endamê Komîteya Amadekar a 1'ê Gulanê û Serokê Şaxa Çandinî ya Orkam-Senê Cemîl Akar diyar kir ku ew dê ji bo demokrasî, aştî, azadî û kedê li qadan bin û wiha got: "Desthilatdariya AKP'ê di bin navê "Buroyên Îstîhdamê" de dixwaze bazareke koleyan ava bike. Di van buroyan de keda karkeran tê metîngerkirin. Em dê di 1'ê Gulanê de li qadan bi gel re daxwazên xwe biqîrin, divê gelê bi ruhê berxwedanê tevli 1'e Gulanê bibe."

'Divê em berxwedanê mezin bikin'

Hevserokê Şaxa 1'emîn a Sendîkaya Genel-Îşê ya DÎSK'ê Latîf Mikaîloglulari jî da zanîn ku ew dê di 1'ê Gulanê de li qadan bin û wiha pêde çû: "Ji bo em pêşî ji pêkanîna karkerên kirêkirî bidin giritn û ji bo em xwedî li mafê hemû karkeran derkevin, divê em di 1'ê Gulanê de li Qada Îstasyonê li hev bicivin. Ji bo em pêşî li kuştina mirovan bidin girtin divê em li qadan dengê xwe bilind bikin."

'Ji kedê re azadî'

Berdevkê Demkî yê KESK'ê Îkram Atabay jî li ser metîngerkirina keda kedkarên li Kurdistanê rawestiya û got ku ji bo mitînga 1'ê Gulanê bi girseyî derbas be, wan xebatên xwe yên bi rêxistinên kedê re zêde kirine û ev tişt anî ziman: "Amadekariyên me li ber qedandinê ne. Em dê bi şiyara ji kedê re azadî li qadan bin."

'Ji şer û metîngeriyê re na'

Hevseroka Şaxa 1'emîn a Sendîkaya Genel-Îşê ya DÎSK'ê Zeynep Demîr Açer der birî ku ji bo ew ji şer û metîngeriyê re bêjin bes e, ew têkoşînê didin û ev tişt hat gotin: "Em di 1'ê Gulanê de ruhê berxwedanê mezin bikin, dê li qadan têkoşîna li dijî şer û xespa kedê bê dayîn." Demîr bang li tevahiya gel kir ku bi ruhê berxedanê tevli 1'ê Gulanê bibin.

(ms)







ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN