DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ekolojî

Şîrketa Kolinê nekaribû li Yirca santralê çêke, li Kozluorenê çê dike

 
27 Nîsan
09:09 2016

MANÎSA (DÎHA) - Şîrketa Înşaetê ya Kolînê ku li navçeya Somayê rastî berxwedana gel hat û nekarîbû li gundê Yircayê santrala termîkê çêke, niha dixwaze li gundê Kozluorenê yê Somayê çêke. Şêniyên gund li dijî avakirina santrala termîkê dest bi nobeta daran kirin. Berdevkê EGEÇEP'ê Turgut Înel, diyar kir ku dê li cem berxwedêran cih bigire û demek nêzîk serlêdana hiqûqî bikin.

Şîrketa Înşaetê ya Kolînê li gundê Yirca yê Soma ya Manisayê xwest santrala Termikê ava bike û rastî berxwedana şêniyên gundê Yirca hatin. Şîrketa ku ji ber bertek û berxedana gel santral betal kir, vê carê berê xwe da gundê Kozluorenê û dixwaze li Gundê Kozluorenê santrala termîkê ava bike. Şîrketa ku li Yirca 7 hezar darên zeytûnan ava kirin, niha dixwazin li gundê Kozluorenê santrala termîkê ava bikin. Piştî şîrketê dest bi jêkirina daran kir, welatiyan dest bi nobeta daran kirin. Welatiyan hewldana şîrketê ku li 3 herêmên cuda daran bibe rawestand. Dema welatiyên gundê Yirca xweza û gundê xwe parastibûn rastî êrîşên ewlehiya Şîrketa Kolînê hatibû. Gelek welati rastî lêdana leşkeran hatibûn. Şîrket welatiyên ji gundê Kozluorenê di parastina santralê û birîna daran de bikar tîne û welatiyan tîne hemberî hev.

Welatiyên gundê Kozluorenê bi wêne û dîmenên herêma hatiye wêrankirin kişandin û bi riya wêne û dîmenan alîkarî ji raya giştî xwest. Nobetarê daran Can Çolak, bi riya video diyar kir ku dijminê xwezayê Kolin, xwezaya wan qetil kir û wiha got: "Em 9 kes hatin vir û me rê li talankirina xwezayê girt. Têkoşîna me dê bidome. Divê her kes li Soma Kozluorenê xwedî derkeve. Welatî Îsmail Çolak jî anî ziman ku êdî ew ketin nava berxwedanê û dê destûr nedin ku xweza û daristana wan wêran bibe. Çolak bilêv kir ku ew dê têkoşîna xwe berdewam bikin û xwest her kes li hemberî parastina xwezayê hestiyar tev bigerin.

Berdevkê Platforma Derdorê ya Egeyê (EGEÇEP) Turgut Înel ji diyar kir ku dê li cem berxwedêran cih bigire û demek nêzîk serlêdana hiqûqî bikin. Înel, anî ziman ku hiqûqnasên wan lêkolîn dikin û di demek kurd de serlêdanên hiqûqî bikin.


(mae)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN