DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Rojên Şano li Êlihê dest pê dike

 
26 Nîsan
16:12 2016

ÊLIH (DÎHA)- Şaredariya Êlihê di 28'ê Nisanê de dest bi 7'emîn mihrîcana şano ya bi şîara "Bi cewherekî berxwedêr ber bi şanoya civakî" dike.


Şaredariya Êlihê 7'emîn mihrîcana Şano ya bi şiara "Bi cewherekî berxwedêr ber bi şanoya civakî" pêk tîne. Bernameya mihrîcana şano dê di 28'ê Nîsanê de dest pê bike. Bername dê li salona Konferansê ya Şaredariya Êlihê dest pê bike. Bernameya mihrîcanê diyarî kesên li Sûr, Cizîr, Xezex û Silopiyayê di şerê parastina xweseriya demokratîk de jiyana xwe ji dest dan hat kirin. Wekîla Hevşaredarên Êlihê Harriyet Kaytar, Cîgira Hevşaredara Êlihê Semra Guneş, Endamên Meclîsa xebatkarên Şanoya Bajar amade bûn.

Wekîla Hevşaredar Hurriyet Kaytar, bal kişand ser armanca şanoyê û diyar kir ku wan mihrican diyarî kesên li Sûr, Cizîr, Sîlopya û Hezexê kiriye. Kaytar, anî ziman ew armanca dikin ku ji çar aliyan hunerhezan li Êlihê kom bikin. Kaytar, da zanîn ku wan xwest ji Başûrê Kurdistan, Rojava û Rojhilat jî tev li mihrîcanê bikin lê ev pêk nehat. Kaytar, bilêv kir ku mihrîcana wan dê ji 12 lîstikên mezinan, 3 lîstikên zarokan, 2 lîstikên biçûkan û 1 lîstika kin pêk tê. Kaytar, destnîşan kir ku 2 lîstikên wan bi tirkî ne û yên din bi kurdî ne û wiha got: "Ji Urmiyê dê 2 lîstik bên pêşandan. Ji ber ku komên Rojava û Başûr nekarîbûn vîze bistînin dê nikaribin lîstikên xwe bidin pêşandan. Kaytar, bilêv kir ku ev lîstik bi armanca piştevaniya Cizîrê tê amadekirin.

Kaytar, destîşan kir ku dê di vê mihrîcanê d lîstikên wan li kolan, tax û gundan be û 7'emîn Roja Şano dê di 28'ê Nîsanê de dest pê bike.

Bernameya Şanoyê wiha ye:

28 Nîsan:

Vekirin û meş

Cih: Navenda Çandê ya Mizgîn (NÇM)
SAET: 15.00

Axaftina vekirinê:

Cih: Li pêş Yilmaz Guney a Sînemayê
Saet: 16.00

Şanoya Kolanê
Cih: Parka Ataturk
Saet: 17.00

Pêşandana Mîmê
Cih: Parka Ataturk
Saet: 17.30

Guhdariya Vekirinê
Cih: Parka Ataturk
saet 18.00
GULSEVEN MEDAR


(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN