Yuksekdag: Ji ber ku nûçegîhanên DÎHA ne li cem tangan in hatin girtin
ENQERE (DÎHA) - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, di civîna Koma HDP'ê de bertek nîşanî gotina Serokomar Erdogan a têkildarî Mutabakata Dolmabahçe ya "Mutabakata çi?" da û diyar kir ku di bin nivîsa mutabakatê de îmzeya Erdogan jî hebû. Yuksekdag, bal kişand ser girtin û binçavkirinên nûçegîhanên DİHA'yê û wiha got: "Nûçegîhanên DÎHA ji ber ne li cem tangan in û li cem gel in hatin girtin. Ji ber ku di bin guleyan de ji rastiyan tawîz nedan hatin girtin. Yuksekdag, bi minasebeta 101'emnin salvegera komkujiya Ermeniyan lêborîna xwe ji ermeniyan xwest.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag, di civîna Koma HDP'ê ya Meclîsê de bal kişand ser geşedanên hefteyê. Yuksekdag, di destpêkê de bi minasebeta 101'emîn salvegera komkujiya ermeniyan, ermeniyên hatin qetilkirin bibîr anî û diyar kir ku hêj feraseta kujeran nehatiye guhertin. Yuksekdag, destnîşan kir ku Ermenî li ser axa Tirkiyeyê hatin qetilkirin û dîroka wan bi komkujiyan derbas bûye û wiha got: "Hesap pirsîna komkujiyan erk û peyvira dewlet û îxtidarê ya esasî ye. Kesên li ser vê axê dijîn û lêborînê naxwazin neheqiyê li vê axêdikin. Em ji gelê Ermenî lêborîna xwe dixwazin. Em di 101'emîn salvegera komkujiya Ermeniyan de lêborîna xwe dixwazin.
Yuksekdag, bersîv da helwesta Serokê Meclîsê Îsmail Kahraman a "laiklik"ê û wiha got: "Serokê Meclîsê îdîa dike ku laîklik tune be. Behsa makezagona oldar dike. Îro em dixwazin welatê hevpar, bûye qada şerê mezhepan."
Dê nikaribin Xîlafetê îlan bikin'
Yuksekdag, da zanîn ku îro dixwazin makezagona dîktatoriyê rewa nîşan bidin û wiha berdewam kir: "Kesên behsa makezagona oldar dikin tu eleqeya wan û ol bi hev tune ye. Gelê Tirkiyeyê êdî dê vê helwesta wan a li hemberî ol mahkum bike. Dê nikaribin îlana rejîma Serok dewletîbûnê ya xîlafetê pêk bînin. Makezagona ku Tirkiye hêvî û armanc dike makzagonek demokratîk û adîl e. Makezagonek ji bo mirovan e. Em makezagna demokratîk dixwazin.
'HDP ewlehiya gelên Tirkiyeyê ye'
Yuksekdag, bal kişand ser pêvajoya destnedayîna ji bo wekîlên HDP'ê û wiha berdewam kir: "Dixwazin bi van daxuyaniyên destnedayînê feza û hewaya Tirkiyeyê têxin bin piyan û kontrola xwe. Dibêjin bila HDP di meclîsê de cih negire. Ger ku HDP di meclîsê de cih negire, dê qada nijadperestan fireh bibe. Dê astengiyên wekî HDP'ê bi hêz li pêş wan tune be. HDP tu carî serî li hemberî vê zilmê danîne. Ji ber ku HDP ewlehiya pêşeroja gelên Tirkiyeyê ye."
Şerê AKP- Qesrê li herêmê tê meşandin
Yuksekdag, têkildarî şerê li Kurdistanê jî axivî û wiha got: "Îro şerê AKP-Qesrê li herêmê tê meşandin. Ji bo Qesrê têxin bin ewlehiyê serî li hemû şerê qirêj û nelirêtiyan didin. Li ser navê "Welat di bin talûkeyê de ye" Hemû nelirêtî û bêhiqûqiyan dikin. Divê gelê Tirkiyeyê nekeve vê lîstikê. Her roj cenaze diçin çar aliyê welat. Ne girînge kijan tên kuştin, lê her roj ciwan tên kuştin. Vê yekê ji bo berjewendiya xwe ya siyasî pêk tînin.
‘Di bin mutabakatê de îmzeya Erdogan heye’
Yuksekdag bersivê da daxuyaniya Serokomar Erdogan ku gotibû “Mutabakata çi” û wiha got: “Yên ku mutabakatê red dikin ew zarokên vî welatî bi mirinê re rûbirû dikin. Kesên ku salek berê li ser wê masê rûniştin û mutabakatê erê kirin, niha jî wekî ku şerîda fîlm kişandine her tiştî sîl dikin. Her çiqas ew bêjin tiştek wisa tunebe jî em ê bêjin mutabakatek hebû.”
‘Roketên ku avêtin Kîlîsê kevirên ezman in?’
Yuksekdag bi bîr xist ku ji ber roketên ku avêtine Kîlîsê 17 kes jiyana xwe ji dest dane û wiha dom kir: “Wekî ku roket nebûn kevirên ezman in. Kî avêtiye û ji ku hatiye avêtin bersiva vê yekê tune ye. Kes nabêje DAIŞ bombebaran dike.”
‘Yên ku pişta xwe dane DAIŞ’ê AKP û desthilatdarê Qesrê ye’
Yuksekdag da zanîn ku heta niha PYD’ê kevirek jî neavêtiye Tirkiyeyê û wiha pêda çû: “Lê heta niha gelek caran DAIŞ’ê bombe avêtiye vêderê û gelek kes jiyana xwe ji dest dane. Lê heta niha Desthilatdariya siyasî tu tiştekî negotiye. Gelo fûze avêtin Kîlîsê an jî hatine avêtin. Em ji gelê Kîlîsê re sersaxî dixwazin.”
‘Ji ber ku nûçegihanên DÎHA’yê li gel tangan nîn in tên girtin’
Yuksekdag balê kişand ser çewisandin û êrîşên DÎHA’yê û ev tişt got: “Mafê gelê me ya gihîştina rastiyê hatiye xespkirin. Li dijî van êrîşan xebatkarên çapemeniya azad li pişt rastiyan dibezin. Heta niha 9 nûçegihanên DÎHA’yê hatine girtin. Girtina van nûçegihanan bêtehemûliya desthilatdariyê ya li hemberî rastiyê ye. Di vê serdemê de rojnameger bûne du beş Hin rojnameger li cem gel cihên xwe digirin, hin rojnameger jî li gel tangan cihên xew digirin. Ger ku DÎHA li gorî desthilatdara AKP’ê tevbigeriya dê îro nûçegihanên wê nehatana girtin.”
‘Amedspor gol avêt kaleya faşîzmê’
Yuksekdag bertek nîşanê êrîşên faşîstan a li ser rêveberên Amedsporê û wiha bi dawî kir: “Amedspor gol avêt kaleya faşîzmê. Divê tu car dest ji vê yekê bernedin. Ez bang li Amedsporê dikim ku her tim gol bavêjin faşîzman.”
(aw/mae)