DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Mihrîcana Çand û Hunera Kurdî di 7'ê Gulanê de dest pê dike

 
26 Nîsan
13:55 2016

STENBOL (DÎHA) - Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM), îsal duyemîn Mihrîcana Çand û Hunera Kurdî di navbera 7-15'ê Gulanê de pêk tîne.

Navenda Çand û Hunerê ya NÇM'ê ya Stenbole isal 2'emîn Mihrîcana Çand û Hunera Kurdî dê di navbera 7-15'ê Gulanê de li salonên çandê yên Stenbolê pêk bîne. Têkildarî mihrîcanê li Yapım 13'an civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Di civînê de Derhêner Veysi Altay, anî ziman ku sala par wan yekemîn mihrîcan pêk anî û dê îsal duyemîn mihrîcanê pêk bînin. Altay, da zanîn ku huner ew tişta ku bangî gelekî hîna kêm e dike, yan jî bendewarê wî gelî ye û wiha got: "Ya rast ev gotinên Paul Klee wek puxteya tiştê ku em dixwazin bikin e. Gava ku li derekê şer hebe derbeya pêşîn li hunerê dikeve û di serî de xebatên wê tên sekinandin. Li welatê ku em lê dijîn şerekî ku ji sala 2015’an ve didome heye û mixabin ev şer hîna didome. Me êşên ku dişibin yên berê lê qat bi qat ji wan zêdetir û girantir bûn kişandin. Sala 2015’an hema bibêje bû sala 1915’an a kurdan. Bêguman hunerê û hunermendan jî para xwe ji vê yekê wergirt. Birînên ngelekî kûr vebûn. Em li ser girekî ku ji hestiyan û ariyê pêk tê dijîn lê dibe ku birînên kûrtir jî vebibin. Dibe ku wê gavê, ango ku jiyan bi tevahî bi dawî bibe huner jî ji holê rabe. Lê niha, jiyan li ber sekeratê ye û em wek dostên wê yên dilsoz em nikarin li mirina wê temaşe bikin. Divê em ji bîr nekin ku em li cîhaneke wisa dijîn ku her tişt li ser jibîrkirinê hatiye avakirin. Me got; 'Ji bo ku em ji bîr nekin û nedin jibîrkirin divê em hunera xwe ya ku jiyan bi xwe ye biafirînin û têkoşîna xwe bidomînin' û me bi vê armancê dest bi rêwîtiyê kir."

'Em rêwîtiya xwe didomînin'

Altay, destnîşan kir ku wekî NÇM'ê rêwîtiya xwe ya ku par dest pê kiribû didomînin û 2'emîn Mîhrîcana Çand û Hunera Kurdî li dar dixin û wiha got: "Rêwîtiya me ya ku dê 9 rojan bidome dê di navbera 7 û15’ê Gulanê de pêk bê. Di vê rêwîtiyê de dê pêşandana fîlman, konser, helbestxwendin, şano, panel û pêşane hebin. Mijara vê rêwîtiya me 'Hevdîtin' e û cihê hevdîtinê jî yek ji bajarên cîhanê yên girîng Stenbol e. Em ê bi hunermendên ku dê ji çar aliyên Kurdistanê bên re, li vir bên gel hev, em ê rengê kurdan nîşanî gelên din bidin û wan bi hev bidin nasandin. Bi heman awayî em ê derfetê bibînin ku van rengan rasterast bigihînin kurdên ku li vir dijîn. Rêwîtiya ku em ê bi vê armancê pêk bînin dê polîtîkayên bişavtinê jî pûç bike"

Altay, daxuyand ku di vê rêwîtiyê de Yelda Abbasî, Îlana Eliya, Tehsîn Xidir, Ahmet Aslan bi stranên xwe, dengbêj bi kilamên xwe, Rênas Jiyan û Jana Seyda bi helbestên xwe û hunermendên ku her yek xwediyê şarezahiyeke cuda ne dê li gel me bin û reng bidin vê rêwîtiyê û wiha berdewam kir: "Ji bo ku berhemên hunerî bigihîjin gel, em hêvîdar in dê mîhrîcan roleke girîng bilîze û xebateke xurt pêk bîne. Em her kesî vedixwînin van çalakiyên ku dê 9 rojan bidomin û dixwazin ku li çand û hunera kurdî xwedî derkevin. Werin em bi hev re beşdarî vê rêwîtiyê bibin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN