Parazvanên jiyanê: Bi sedan Çernobilên nû li Derya Reş hene
EVRİM KEPENEK
STENBOL (DÎHA) – Di 30'emîn salvegera facîaya Çernobilê de li Deryaya Reş bi sedan projeyên Santrolên Hidroelektrik (HES) tên amadekirin. Parazvanên jiyanê diyar kirin ku ev santrolên hidroelektrikê facîayên nû yên Çernobilê bi xwe re tînin û bi destpêka HES’an re Çernobîlên nû dest pê dikin.
Di şerê duyemîn ê cîhanê de herî zêde bombeyên atomê yên li Hiroşima û Nagazakî mirov qetil kiribûn û xweza wêran kiribû. Yek ji felaketên herî mezin jî facîaya Çernobilê ye. Di ser faciaya Çernobîlê ya Rûsyayê re 30 sal derbas bûn, Di encama radyasyonê de li Rûsyayê 60 hezar, li Ukrayna û Belerusê 140 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan. Di destpêka belavbûna radyasyonê de 3 hezar û 600 gund û kasaba û 2 milyon û 650 hezar mirov ketin bin bandorê. 350 hezar mirov ji herêmê hatin dûrxistin. Li gorî pisporan ji bo herêm ji vê radyasyonê pê paqijkirin divê 100 hezar sal derbas bibe. Bandora wê li ser Derya Reş hêj didome. Li gel vê rastiyê niha li Derya Reş wekî faciaya Çernobîlê projeyên Santrolên Hidroelektrik (HES) tên amadekirin. Wezîrê Sanayê yê berê Cahit Aral bi gotina “Hinekî radyasyon baş e" û Serokwezîrê berê Turgut Ozal jî gotibû “Tama çaya bi Radyoaktif xweştir e" û Serokomarê berê Kenan Evren jî gotibû “Radyasyon ji bo hestiyan baş e" propaganda kiribûn û feraseta dewletê nîşan dabûn.
‘HES radyasyonê belav dikin'
Li Derya Reş di salên 1990-2000 de nexweşiyên pençeşêrê ji sedî 50 zêde bûn. Li Trabzonê di sala 1990'an de hêjmara nexweşên pençeşêrê 90 kes bûn, ev hêjmar di sala 2000’an de derket 720 kesan. Tê îdîakirin ku li vê herêmê 3 milyon mirovên nexweşê pençeşêrê hene. Parazvanên jiyanê bertek nîşanî avakirina HES'ên li herêmê tên avakirin dan.
Endamê Komeleya Çanda Artvina Kesk, Neşe Karahan, anî ziman ku kesên duh li dijî vê talûkya faciayayê bêdeng man û propaganda kir, îro jî heman feraset û hişmendî serdest e. Karahan, da zanîn ku dîsa rastiya talûkeya radyasyonê ya HES'an ji welatiyan vedişêrin.
Şan: Medya rastiyê nabêjin
Rojnameger Omer Şan jî anî ziman ku medya rastiyê ji gel vedişerê, lê ev rastî dîsa derdikeve holê û zerarek mezin dide gel. Şan, da zanînku pisporên Saziya Atomê hatin li vir pîvan kirin û rastiya rêjeya radyasyonê nenivîsandin. Şan, destnîşan kir ku ji bo faciayê veşêrin lêkolîna zanistî nayê kirin û agahiyên rast berovajî tên nîşandan. Şan, bilêv kir ku hîle û lîstikên wê deme niha jî tên kirin û niha jî zerara HES’an ji welatiyan tê veşartin û wiha got: "HES û Çernobil heman tişt in. Zerar û talûkeyawan wek hev in.
Ozçep: şopên Çernobilê her diçin belav dieb
Welatiya bi navê Meryep Ozçep jî naî ziman ku li Derya Reş sal bi sal bandor u şopa Çernobilê belav dibe û li şûna gel agahdar bikin vê rastiyê ji gel vedişêrin. Ozçep, destnîşan kir ku wê demê bandor û talûkeya Çernobilê ji gel veşartin, lê îro hemû rastî derket holê û hemû gel dizanin û êdî dê nikaribin rastiyê veşêrin.
(mae)