DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Heyeta YNK'ê çû serdana HDP’ê

 
25 Nîsan
19:47 2016

ENQERE (DÎHA) - Heyeta Berdevka Çapemeniyê ya YNK'ê ya di serokatiya Yadîgar Caf de, ji bo der barê êrîşên qirkirinê yên li Kurdistanê tên meşandin de, çû serdana HDP'ê û der barê geşedanan de agahî girt.

Heyeta ji berdevkê çapemeniya Yekitiya Niştimanê Kurdistan (YNK) di bin serokatiya Yadîgar Caf de ji bo der barê şer û pevçûnên li Kurdistanê de agahî bigrin, çûn serdana HDP'ê. Ziyareta ku li Navenda Giştî pêk hat de, Parlamenterê HDP'ê yê Sêrtê Kadrî Yildirim û rêveberên HDP'ê jî beşdar bûn. Heyeta YNK'ê der barê xebatên ji bo kurdî di meclisê de bibe zimanê perwerdeyê agahî girtin. Her wiha YNK'ê der barê dorpêç û şerên li Kurdistanê de jî xwest agahiyan bigire.

Heyeta YNK daxwas kir ku şer û pevçûnên demên dawî demek dirêj berdewam nekin, hat gotin ku bi destkeftiyên demên dawî re dê ji bo pêvajoya aştiyê merheleyeke girîng derbas bike, her wiha hat gotin ku dê der barê pêvajoyê de ji parlamenterên HDP'ê girtina agahiyan berdewam bikin.

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN