DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Pirtûkhezên Wanî: Em li gel Weşanxaneya Aram in

 
25 Nîsan
10:24 2016

WAN (DÎHA) – Li Wanê polîs li pey e ku Fuara Pirtûkan a ku gelê Wanê eleqeyek baş nîşan bide provoke bike û ev cara duyemîn e ku bi ser standa Weşanxaneya Aramê de digirin û dest datînin ser bi sedan pirtûkan. Xebatkarên weşanxaneyê diyar kirin ku ewê li gel hemû zextan jî pirtûkên xwe bigihînin gel û welatî jî bi peyama "Em li gel Weşanxaneya Aram in" piştgiriya xwe anin ziman.

Li Wanê 2.Fuara Pirtûkan a bi dirûşma "Bi pirtûkan re aşitî" tê lidarxistin bi hemû coşa xwe didome û gelê Wanê jî eleqeyak baş nîşanê fuarê dide. Polîsên Miduriyeta Emniyeta Wanê jî ji destpêka fuarê ve li pey provokasyonan in. Polîsan hem di roja duyemîn hem jî di roja sêyemîn a fuarê de bi ser standa Weşanxaneya Aramê de girtin û pirtûka Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a bi navê "Parastina Gelekî" jî di nav de dest danîn ser 202 pirtûkan. Polîsan bêyî ku teblîgat bişînin ji weşanxaneyê re dest danîn ser pirtûkan û her wiha balkêş e tîmên taybet û polîsên çevîk jî di nav de bi sedan polîs li gel çekên xwe ketin qada fuarê.

Weşanxaneya Aramê: Emê pirtûkên xwe bigihînin gel

Weşanxaneya Aram a ku rastî zextên polîsan tê li gel hemû pirsgirêkan jî bi israr e ku pirtûkên xwe bigihîne gelê Wanê. Ji xebatkarên weşanxaneyê Nadîr Erdem têkîldarî bêhiqûqiya polîsan axivî û diyar kir ku li gel tu teblîgat ji wan re nehatiye kirin polîsan bi awayek kêyfî dest danîne ser pirtûkan. Erdem destnîşan kir ku polîs dixwazin li ser weşanxaneyê zextên psîkolojik bike lê ewê li gel hemû zextan jî pirtûkên xwe bigihînin gelê Wanê.

Hevşaredar Çoban: Dixwazin pirtûkan terorîze bikin

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Hatîce Çoban jî anî ziman ku fuara pirtûkan li ser jiyana bajêr bandoreke erênî kiriye û polîs dixwazin bi zextan pirtûkan terorîze bikin û pirtûkhezên li Wanê ji fuarê dûr bixînin. Çoban diyar kir ku helwesta polîsan nikare hezkirina pirtûkan ji holê rake û wiha pê de çû: "Mafê tu kesî tune ye ku eleqeya li vê fuarê bişkîne. Kedek mezin hatiye dayîn. Gelek kes fedekarî kirine. Mafê tu kesî tune ye ku mafê hezkirina pirtûkan were terorîzekirin."

Xwînerên Wanî: Em li gel Weşanxaneya Aram in

Welatiyê bi navê Fuat Dîmen jî bertek nîşanî helwesta polîsan da û anî ziman ku li hemberî Weşanxaneya Aramê êrîş bi zanebûn tê kirin. Dîmen diyar kir ku ew li gel weşanxaneyê ne û got "Divê dest nedin weşanxane, nivîskar û akademîsyenan." Yek ji beşdarên fuarê Zal Aşal jî diyar kir ku li Tirkiyeyê qedexekirina pirtûkan bûye weke çand û diyar kir ku li hemberî qedexeyan ew li gel Weşanxaneya Aram in.

(sy)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN