DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Mihrîcana Fîlma Karkeran dest pê dike

 
25 Nîsan
09:59 2016

ÎZMÎR (DÎHA) - 11'emîn Mihrîcana Fîlmê Karkeran a Navneteweyî dê di navbera 1-8'ê gulanê de pêk bê. Mihrîcana Fîlman dê li Stenbol, Enqere, Îzmir, Amed û Wêranşarê bi temaşevanên xwe re bê cem hev. Mihricana ku bi temaya “Li dijî hovîtiyê çîrokên hêviyê" hatiye amadekirin dê 60 film bên temaşekirin.

11'emîn Mihrîcana Fîlmê Karkeran a Navneteweyî dê di navbera 1-8'ê gulanê de pêk bê. Mihrîcana Fîlman dê li Stenbol, Enqere, Îzmir, Amed û Wêranşarê bi temaşevanên xwe re bê cem hev. Di mihricana ku bi temaya “Li dijî hovîtiyê çîrokên hêviyê" hatiye amadekirin dê 60 fîlm bên pêşandan. Fîlm dê li Stenbol, Enqere, Îzmir, Amed û Wêranşarê bên pêşandan. Mihrîcan dê çirokên çar aliyên cîhanê û tekoşîna wan bigire dest. Mihrîcan ji aliyê DİSK, KESK, TTB, Halkevleri, Sendika.Org û Çapul TV ve tê amadekirin. Di mihrîcanê de 18 fîlmên navneteweyî û 42 fîlmên Tirkiyeye bi giştî 60 fîlmên dirêj û kurt bi temaşevanan re bê parvekirin.


(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN