Demîrtaş rexneya 'DAIŞ li Kîlîsê dixe' deng ji te nayê' li Erdogan kir
ÎZMÎR (DÎHA) - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demîrtaş, di kongreya HDP'ê ya Îzmirê de helwesta Serokomar Erdogan a li hemberî êrîşên DAIŞ'ê ku li Kîlîsê pêk tîne rexne kir û got: "Çendîn carin DAIŞ bi roketan li Kîlîsê dide, lê deng ji te nayê. Gelo ji ber ku tu xwe ji wir xwedî dike tu dengê xwe nake? Ji ber li Cizîrê bi sedan kes hatin kuştin, bi hezaran ciwan derketin çiyê. We di sala 1980'ê de jî şaşî kir. Em behsa siyaseta demokratîk dikin. Lê ew çiya nîşanî me didin.
Rêxistina HDP'ê ya Îzmirê li Navenda Kongreyê ya Tepekule kongreya xwe ya awarte pek anî. Di kongreyê de peyama Hevserokê HDP'ê yê Îzmirê Cavit Ugur û Dilek Aykan hatin xwendin. Piştre Wekîlê HDP'ê yê Îzmirê Muslum Dogan, diyar kir ku li Tirkiyeyê rewşek awarte heye û li ser erdnîgariya komkujiya fîzîkî û siyasî pêk tê. Dogan, anî ziman ku dawiya dawî ruhê berxwedanê dê bi ser bikeve û ew van girtinên siyasî û hevserokên xwe qebûl nakin.
Hevberdevkê HDK'ê Ertugrul Kurkçu jî anî ziman ku AKP'ê li Tirkiyeyê demokrasiî serobino kiriye û ji wan re bû derd ku darbeya wî astegn nekirin. Kurkçu, anî ziman ku piştgiriya gel a HDP'ê di 1'ê Mijdarê de çibû îro hêj bêtir e.
'Komkujiya ermeniyan rû bi rûbûnê heq dike'
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demîrtaş jî anî ziman ku ew kongreya xwe di salvegera Komkujiya Ermeniyan de pêk tînin û wiha got: "Îro 101'emîn salvegera komkujiya ermeniyan e. 101 salin wekî Hrant Dink gotibû, ermenî hewl didin ku komkujiya li ser wan pêk hatiye îspat bikin. Polîtîkayên yekparêz bi vî gelî êrêş mezin dan jiyandin. En ne mecbûrin sûc û guhenên terakî û îtihata 1915'an bijîn. Îro rû bi rûbûna komkujiya ermeniyan heq dike. Xwebiatî, wekhevî, edalet divê êdî cihê xwe bibînin. Em hemû kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr tînin."
Demîrtaş, anî ziman ku li gelek aliyê welat şerê giran heye û wekî salên 1990'an bajarên Rojava ji vê yekê bêhay û bê agahî ye. Demirtaş destnîşan kir ku 25 sal berê şert û mercên ragihandinê tune bû û hemû Tirkiyeyê geşedanên li Kurdistanê dibihîst, Di sala 2016'an êdî ragihandin bêtir pêş ketiye û ne pêkan e rastî bê windakirin. Îro komek mirovên bi wîcdan hewl dide vê rastiyê bi cîhanê re parve bike, lê mirovên rojava guhê xwe ji vê rastiyê re digirin.
Demîrtaş, destnîşan kir ku kesên berpirsiyarê vê komkujiyê hindik maye wekî kesên leheng bên îlankirin û wiha berdewam kir: "Ger ku em hemû bi hevre bêdeng bin, wekî ku li Cizîr û Nisêbînê komkujî pêk nehatibe, wê demê dê biratiya kurd û tirkan pêş nekeve. Divê hûn tenê ji medya hawiz nûçeyan guhdar nekin. Ger ku hûn tenê ji wan agahiyan guhdar bikin hûn dê her tiştî berovajî fêr bibin. Li gorî wan yê Cizîr talan kiriye HDP ye. Her tiştî berovajî dikin û bêbextiyên mezin dikin. Yên aştîxwaz wekî şerxwaz, yên şerxwaz wekî aştîxwaz nîşan didin."
Demîrtaş, daxuyand ku li gel operasyonên siyasî HDP dê dîsa di siyaseta demokratîk de israr bikin. Divê em li Îzmirê mal bi mal bigerin û rastiyan bibêjin. Niha yên tenê di ber xwe didin em mane. Em li ser piyan in. Tenê li Manîsayê di mehekê de 52 hevalên me yên siyasetmedar hatin girtin. Ji bo HDP xwe li wir bi rêxistin neke siyasetmedaran digirin. AKP bi hemû hêzên dewletê yên daraz, polîs û leşkeran li hemberî HDP'ê şer dike. AKP astengiya herî mezin a li hemberî azadiyê ye."
Demirtaş, bal kişand ser desnedayinan jî û anî ziman ku ev lîstikek li pêş hiqûqê ye. Demîrtaş, bilêv kir ku AKP tarîkata sabkin e û tu eleqeya AKP'ê û siyasetê bi hev tune ye û wiha got: "Çendîn Car e DAIŞ li kîlîsê dixe. Çendîn Care DAŞI bi roketan li kîlîs3e dide. Li gorî AKP'ê DAIŞ ne rêxistina terorê ye. Yek ji Sûrî kevir bavêje Tirkiye dibêjn PYD rêxstina terorê ye. Zatê li Qesrê li hemberî êrîşên DAIŞ'ê yên li Kîlîsê dengê xwe nake. Gelo ji ber ku tu xwe ji wir xwedî dike tu dengê xwe nake? Ji ber li Cizîrê bi sedan kes hatin kuştin, bi hezaran ciwan derketin çiyê.
Banga 1'ê Gulanê
Demîrtaş, herî dawî banga tevlêbûna 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê kir û xwest bi sedhezaran karker û kedkar ji bo aştiyê biqîrin û dengê xwe bilind bikin.
(mae)