Yuksekdag: Ji mere her der meclis e
ÊLİH (DÎHA) - Hevseroka Girştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di kongreya partiya xwe ya Êlihê de axivî, diyar kir ku ji 7'ê Hezîranê vir ve qasî 2 hezar rêveberên partiya wan hatiye girtin. Yuksekdag di axaftinên xwe de diyar kir ku 23'yê Nîsanê salvegera avabûna meclisê ye û wiha got: "Kesên ji bo avabûna meclisê şahî li dar dixin, bi derbeya rakirina destnedanê ya li dijî HDP'ê re, dixwazin hebûna fîlî ya meclisê ji holê rakin. Ji mere her der meclis e. Ka lê mêze kin meclisên meyên herêmî û taxan hene. Em ne mehkûmê wan meclisa ku we veguherandine qefesan ne."
1'emîn Kongreya Awarte ya HDP'a Êlihê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag hat li darxisitn. Kongreya ku li Sanona Dewetê ya Roza hat darxistin de, pankartên "Em rêveberiyên cewherî diparêzin neteweya demokratîk ava dikin", "Hûn nikarin bi rakirina destnedanê me bitirsînin", "Bi Rêberê azad bi jina azad, berbi civaka azad ve dimeşin" hatin daliqandin. Di kongreyê de Meclisa Dayikên Aştiyê û bi hezaran kes amade bûn.
'2 hezar hevalên me hatin girtin'
Yuksekdag diyar kir ku di 3 salan jiyana siyasetê ya HDP'ê de, derbeke mezin li hişmendiya dewletê ya antî demokratî û înkarê hatiye xistin û ev tişt hat gotin: "Li hemberî vê êrîşên li dijî partiya me bê navber di dewrê de ye. Bi taybeti li Êlihê hemû alavên êrîşê di dewrê de ne. Ji 7'ê Hezîranê vir ve 2 hezar hevalên me hatin girtin. Li dijî hemû êrîşan jî bi biryardariyek mezin kongre pêk hat."
‘Bi tabûtan pêşeroja xwe ava dikin'
Yuksekdag bal kişand ser pirozbahiyên 23'yê Nîsanê jî û aşkera kir ku vîna meclisê bi rakirina destnedanan a yek alî re tune hatiye hesibandin û ev tişt hat gotin: "Kesên ji bo avabûna meclisê şahî li dardixin, bi derbeya rakirina destnedanê ya li dijî HDP'ê re, dixwazin hebûna fîlî ya meclisê ji holê rakin. Ev kes tehmûlî wekîlên ji hêla gel ve hatine hilbijartin jî nakin. Gelê me çawa di bin her şertên rewa de vîna xwe parastibe, em dê bi were dîsa bi heman awayî vîna xwe biparêzin. Ji me re her der meclis e. Ka li meclisên meyên taxan û herêman mêze kin. Em ne mehkûmê wê meclisa ku we veguherandiye qefesê ne. Desthilatdariya siyasî dixwaze bi mirinan jiyanekî ava bike. Dixwazin emrê desthilatdariyê bi mirina dirêj bikin, lê wê ser nekevin."
‘Komkujiya ermeniya bi kurdan didome'
Yuksekdag ji ber salvegera komkujiya 1915'an di axaftinên xwe de cih da komkujiya ermeniyan jî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Hişmendiya berî seda salan îro li hemberî kurdan xwe dide dubarekirin. Divê em vê yekê bînin bîra wan. Êdî li hemberî we gelekî ku hûn sirgûn bikin, hûn di komkujiyê re derbas bikin tune. Ew komkujî berî sed salî pêk hat, hûn hêj newêrin bi vê komkujiyê re hevrû bibin."
Piştî xandina raporên malî û felyetan, hilbijartina ku bi yek lîsteyî de, wekî hevserokên HDP'a Êlihê Fatma Kapaligoz û Îkram Îlgî hatin hilbijartin
(ms)