4 karker di binê xirabeyan de man
AYDIN (DÎHA) - Di înşaeta avahiya xizmetê ya Şaredariya Koçarli ya Aydinê de hilweşîn pêk hat. Hat diyar kirin ku dema betona qata duyemin dihat avêtin, hilweşîn pêk hatiye, yek jê giran 4 karker birîndar bûn.
Li gorî agahiyen ku hatin girtin, duh di saet 23.45'an de li taxa Gundogdu ya navçeya Koçarliya Aydinê dema betona qata duyemîn ya Şaredariya Bajarê Mezin a Aydinê dihat avêtin, hilweşîn pêk hatiye. Hat diyar kirin ku hilweşîn ji ber kêmbûna qalibê avahiyê pêk hatiye. Înşaeta ku qalibê wê hilweşiya, karkerên bi navê Durmuş Kocakaya, Osman Kose, Aslan Meşer û kesekî navê wî nehat zanîn birîndar bûn. Karkerên înşaetê bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Aydinê. Hat diyar kirin ku rewşa karkerekî giran e.
(ms)