DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Ji Yuksekdag bangawazî: Werin em komarê demokratîk bikin

 
23 Nîsan
15:13 2016

ENQERE (DÎHA) - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di kongreya PSAKD'ê de axivî û bang li hemû kesan kir ku li dijî komara ku AKP dixwaze bike dîktator têbikoşin û demokratîk bikin. Serokê Giştî yê PSAKD'ê Ganî Kaplan jî anî ziman ku ewelî bi gelek aliyan ve di bin dorpêç û êrîşan de ne.

Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal (PSAKD), 14'emîn Civata Giştî ya Asayî li Park Otelê pêk anî. Gelek nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî û Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî beşdarî kongreyê bû.

'Elewî bi gelek aliyan ve di bin dorpêçê de ne'

Piştî rêzgirtin û semahê Serokê Giştî yê PSAKD'ê Ganî Kaplan axivî. Kaplan anî ziman ku elewî bi gelek aliyan ve di bin dorpêç û êrîşan de ne AKP bi feraseta xwe ya yek perest a neteweperest dixwaze elewiyan asîmîle bike. Kaplan da zanîn ku îxtidar ne tenê elewiyan di heman demê de di hemû muxalîfan jî dike hedef. Kaplan got ku Serokomar Erdogan dixwaze li Rojhilata Navîn bibe xelîfe û wateya vî ya siyasî "neo-osmanî ye", li Kurdistanê bi şer û qatlîamên ku tên kirin, daxwaza 400 parlamenteran bi daxwaza xelîfetiyê ve girêdayî ye.


'Ji pêvajoeke zehmet re derbas dibin'

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî bal kişand li ser pêvajoyê û anî ziman ku AKP dixwaze komarê dîktator bike û ev tişt anî ziman: "Di pêvajoya ku me li pey xwe hişt, cewherê têkoşîna gelan, karkeran û kedkaran têkoşîna komara demokratîk bû. Lê ji bo vê yekê salên dem dirêj tiştek nehat kirin. AKP û qesr ji bo ku vî komarê bike dîktatorî çi ji destên wan tê dike." Yuksekdag anî ziman ku demokratîkirina komarê îro ji her demê zêdêtir pêwist û karekî lezgîn e.


Yuksekdaf anî ziman ku divê dewlet hesabên sûcên ku li dijî elewiyan kirine bide, heta ku komar wekheviya hemû bindestan nas neke dê nebe komar ji bo vê yekê jî hemû derûdor ji bo demokratîkbûna komarê têbikoşin.

Cvînê bi axaftinên mêvanan, xwendina raporên xebatê, nîqaşan ve berdewam kir.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN