Yildirim: Em dê tu carî serî netewînin
DÊRSIM (DÎHA) - Alîkarê Hevserkê Giştî yê HDP'ê Nadir Yildirim, di kongerya partiya xwe ya Dêrsimê de axivî û diyar kir ku ew dê li hemberî eniya "faşîstên-mîllî" li her qadê têkoşînê mezin bikin û wiha axivî: "Bi ruhê yekitiya gelan em dê tu carî serî netewînin û dest ji têkoşînê benedin. Rê heval Mehmet Tunç ev li Cizîrê bi zelalî nîşan da."
HDP'a Dêrsimê 2'emîn Kongreya Awarte li Salona Konferansê ya Şaredariyê pêk anî. Di kongreyê de gelek rêveberên HDP û saziyên sivîl amade bûn. Kongre ji hêla seroka dîwanê û Endama MP'ya HDP'ê Mulkiye Bîrtane ve hat vekirin. Bîrtane bal kişand ser gotinên Hevserokê Meclisa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç û wiha axivî: "Em çawa di gotinên Pîr Seyîd Riza û rêheval Mehmet Tunç de dibînin, vî gelî tu carî çok netewandiyê. Ev gotin ji bo me rehber in. Gotinên ku Mehmet Tunç û Seyîd Riza bi kar anine dubarekirina dîrokê ye. Heke em li Dêrsimê têkoşînê mezin bikin, dê ji hemû Kurdistan û ji cîhanê re bibe mînak."
'Me stûyê xwe xwar nekir'
Pişr re Alîkarê Hevserkê Giştî yê HDP'ê Nadir Yildirim axivî û destnîşan kir ku gelek caran erdingariya Kurdistanê hatiye hilweşandin, vî gelî gelek berdêl dane û gotinên Seyîd Riza yên wekî 'me stûyê xwe xwar nekir, me çong neşikand' bi bîr xist û wiha pêde çû: "Bi ruhê yekitiya gelan em dê tu carî serî netewînin û dest ji têkoşînê benedin. Rê heval Mehmet Tunç ev li Cizîrê bi zelalî nîşanî me da. Divê ruhê têkoşîna demê çawa be rêheval Mehmet Tunç di tarz û seknda xwe de nîşanî me da. Dê ruhê têkoşînê yê Mazluman, Îboyan, Sakîne, Sêvê, Fatma û Pakîzeyan ji bo me esas be."
Yildirim bal kişan ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî û aşkera kir ku êdî tehmûla gelê kurd ji vê esaretê re nemaye û wiha pêde çû: "Em dê bi hemû gel û hevgirtiyên xwe re li dijî eniya faşîstê mîllî têkoşîna demokastiyê mezin bikin û bi serkevin."
Piştî xandina raporên feliyet û maliyê, hilbijartinên yek lîsteyî pêk hat û ji bo dema nû wekî hevserokên bajêr Arslan Çag û Makbule Tulga hatin hilbijartin.
(ms)