DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Hedefa DBP'ê ji sedî 80 guhertin e!

 
23 Nîsan
12:04 2016

AMED (DÎHA) - Alîkarê Hevserokê Giştî yê DBP'ê Salîh Yildiz têkîldarî kongreya awarte ya DBP'ê ku dê di gulanê bê lidarxistin de anî ziman ku di kongereyê de ji sedî 80 guhertin bê kirin.


Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) têkîldarî kongreya awarte ya di 22'yê Gulanê de dê bê lidarxsitin li Salona Konferansê Vedat Aydin a DBP'a Amedê daxuyanî da. Li salona daxuyaniyê wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên DBP'ê hatin daliqandin. Rêveberên DBP'ê yên Amedê, Parlamenterên HDP'ê yên Amedê Sîbel Yîgîtalp û Nursel Aydogan û gelek welatî tevlî daxuyaniyê bûn. Piştî rêzgirtinê Alîkarê Hevserokê Giştî yê DBP'ê Salîh Yildiz axivî. Yilmaz destnîşan kir ku ew di pêvajoyekî dijwar re derbas dibin. Yilmaz anî ziman ku di heman demê de êrîş li dijî biryarên gel û bi ser karkeran ve hatiye birin û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê ji bo ku emrê xwe dirêj bike ketiya nava hewldanan û pergala yekseriyê dixwaze bide qebûlkirin. Em di pêvajoyekî wisa de diçin kongreyê."

'Hedef ji sedî 80 guhertin e'

Yildiz bi xwerexnedana "me di vî pêvajoyê de xwe neda fêmkirin" dest bi axaftina xwe kir û wiha got: "Pergala heyî dixwaze me têxe qalikekî. Serokomar, Serokwezîr, di serî de çapemeniya hewzê û gelek kesên din ji bo me bixin qalikekî zen û bend badan. Rexneya 'DBP partiya kadroyan e' li me tê kirin. Heke em paritya kadroyan bin AKP, qesra ji hezan û 100 ode û wezîrên ku her tim tên guhertin çi ne? Kardo em in an jî hûn in? Em ê di kongreya xwe de bi hemû hevparên xwe ve feraseta li dijî partiya xwe hilweşînin. Em di navendê ne hem jî di rêveberiyê de ji sedî 80 guhertin pêk bînin."


Yildiz der barê 1'ê Gulanê Cejna Karkeran ku nêzîk dibe jî axivî û bang li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kir ku derfetên çûn û hatina ji bo newrozê hatibû dayîn divê di 1'ê Gulanê de ji bo mitînga karkeran jî bê dayîn.

Piştî daxuyaniyê civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.

(aîn-ua/sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN