DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Fîlmê piştî kuştinê hat kişandin

 
23 Nîsan
09:19 2016

SERHAT WELAT DAĞDELEN

ÎZMÎR (DÎHA) - Derhênera ciwan Gulten Taranç, bi fîlma dirêj a bi navê "Min xwe bi baranê bişuştaya" balê dikişîne ser komkujiya jinê û jiyana jinê ya piştî komkujî û bê tundî vedibêje. Di çîrokê de jiyana zaroka 15 salî Gamze û hêrsa wê ya li hemberî bê çaresetiyê û tenêbûnê vedibêje.

Li Tirkiyeyê ji ber ku tundiya li ser jinê, destdirêjî û îstîsmara li ser jinê û zarokan zêde dibe, derhênera ciwan a jin Gulten Taranç, têkildarî jiyana jinê û zextên li ser jinê kurtefîlmek amade kir. Fîlma dirêj, mijarên tundiya li ser jinê ku her dem zindîbûna xwe diparêze parve dike. Filma bi navê "Min xwe bi baranê şuştibûya" li Îzmirê hat kişandin. Fîlm çîroka Gamze ku dayika wê ji aliyê bavê wê ve hatiye kuştin vedibêje. Fîlm bi kuştinê dest pê dike û piştî tundî û kuştinê jiyanek bê êş û bê tundî dest pê dike.

Taranç, hemû çîrokên jinan berhev kiriye û ji bo balê bikşîne ser tundiya li ser jinê fîlmekî bi vî rengî amade kir. Taranç, da zanîn ku herî zêde jin li Îzmirê tên qetilkirin û ji ber vê yekê ev fîlm li Îzmirê kişandiye. Taranç, anî ziman ku ji bo vê tundiya li ser jnê tê meşandin bîne ziman fikrek wisa pêş ketiye.

'Ez mêran dawetî fikirandinê dikim'

Taranç, destnîşan kir ku hewl dide çîroka zaroka 15 rojî bîne ziman û dixwaze di fîlm de mêran teşwîkî fikrê û hizirandinê bike û hewl dide mêr têkevin nava lêpirsînekê. Taranç, xwest di qada sînemayê de jî rê li pêş ciwanan bê vekirin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN