Banga 1'ê Gulana Amedê
AMED (DÎHA) - Komîteya Amadekar a 1'ê Gulanê ya Amedê, ji bo banga beşdarbûna mîtînga ku dê li Qada Îstasyonê bê lidarxistin kir.
Komîteya Amadekar a 1'ê Gulanê ya Amedê, têkildarî pîrozbahiya dê li bajêr bê lidarxistin li Yekemîn Şûbeya Amedê ya Sendîkaya DÎSK Genel-Îş'ê civîna çapemeniyê li dar xist. Li ser navê komîteya amadekar Zeynep Demîr Akçer axivî û diyar kir ku ew 1'ê Gulanê di bin siya şer de pêşwazî dikin. Akçer anî ziman ku êrîş û pêkûtiyên aborî û civakî yên bi vî şerî re destpêkirine jî bênavber didomin û dest nîşan kir ku Serokomar Erdogan û AKP'ya di bin emrê wî de, êrîşî hemû kesên talebdarê maf, azadî û aboriyê ne dikin.
Akçer girîngiya 1'ê Gulanê dest nîşan kir û anî ziman kir ku ew dê hem li hemberî vî şerê didome û hem jî li hemberî zext û zoriyên li ser kedkaran li qadan bin. AKçer got amadekariyên wan didomin û di 1'ê Gulanê saet di 13.00'an de ji bo mîtîngê venxwand Qada Îstasyonê.
(red)