DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Berhemên dîrokê bê xwedî man

 
22 Nîsan
13:20 2016

MÊRSÎN (DÎHA) - Li navçeya Tarsûsê ya Mêrsînê berhemên dîrokî ji ber bê xwedî mane wêran dibin.

Li naçeya Tarsûsê ya Mêrsînê war û berhemên dîrokî û çandî ji ber bê xwedî tên hiştin roj bi roj wêran dibin û hildiweşin. 6 meh berê li taxa Caminurê ji bo avahiyekê zevî hat kolandin. Di kolandina zeviyê de, berhemên dîrokî derketin holê. Şaredarê Tarsûsê yê MHP'î xebatên înşatê dan rawestandin û serî li Wezareta Çand û Tûrîzmê da. Wezareta Çand û Tûrîzmê jî tenê derdora wê têl kir û wisa hişt. Piştî dora qatê hat têlkirin, zevî bê xwedi hat hiştin û warên dîrokî bi gefên derdorê re rû bi rû ne. Welatiyên taxê diyar kirin ku ew dixwazin ev warê dîrokî û çandî bê parastin û zerar neyê dayîn. Welatiyan anîn ziman ku ji ber ev war bê xwedî hatiye hiştin wêran dibe û dîrok têk diçe. Welatiyan xwestin ev warê dîrokî û çandî bê parastin. Welatiyê bi navê Mahir Aldemir, da zanîn ku piştî kolandinê, war bê xwedî hat hiştin û ji ber ser warê dîrokî vekirî hatiye hiştin bi talûkeyan re rû bi rû ye. Aldemir, xwest rayedar li vî warê dîrokî xwedî derkevin û bê parastin.

Şêniya Taxê Duygu Kuloglu jî destnîşan kir ku Navçeya Tarsûsê wekî qada SÎT'ê ye û xwest ev warê dîrokî û çandî bê parastin û dîrok têk neçe.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN