Biryara li Enqereyê 1'ê Gulanê hevpar pîroz bikin derket
ENQERE (DÎHA) - Li Enqereyê sendîka û rêxistinên kedê biryar dan ku 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê bi hevre pîroz bikin girtin. Bi tevlêbûna şaxên TURK-ÎŞ'ê dê sazî, rêxistinên ked û pîşeyî bi hevre 1'ê Gulanê pîroz bikin. Endamên sendîkayan diyar kirin ku piştî komkujiya 10'ê Cotmehê dê yekem car bi hevre bernameyekê amade bikin.
Sendîka û rêxistinên kedê yên wekî KESK, DÎSK, TMMOB û TTB dê li Enqere bi herve 1'ê Gulane piroz bikin. TURK-ÎŞ'ê jî biryar da ku bi şaxên xwe yên li Enqereyê tev li mîtinga hevpar bibin. Sendîkayan têkildarî pîrozbahiya 1'ê Gulanê li salona Yekîtiya Mulkiyeliyan civina çapemeniyê pêk anî. Sendîkayan bang li karker, kedkar û gel kirin ku tev li pîrozbahiyê bibin. Di civînê de nûnerê Bajar ê TURK-ÎŞ'ê Halîl Îbrahim Alpoglu, Berdevkê Demê yê Platforma Şaxan a KESK'ê, Fevzi Yılmaz, Serokê Giştî yê Dev Maden-Senê ya DÎSK'ê Tayfun Gorgun, Sekreterê Giştî Cafer Konca, Endama Rêveberiya Odeya Tabiban a Enqereyê Mine Onal û Endamê Kordînasyona Bajar a TMMOB'ê Ozgur Topçu amade bûn.
Daxuyaniya hevpar dan
Li ser navê sendîkayan Berdevkê Platforma Şaxan a KESK'ê Fevzi Yilmaz, daxuyanî da û diyar kir ku wan ji bo Qada Sihhiye serlêdan li Walîtiyê kiriye, lê walîtiyê bi hinceta "qad ji cihê mîtîngê hatiye derxistin" û daxwaza wan red kiriye. Yilmaz, anî ziman ku ew vê hincetê rast nabînin û bertek nîşanî biryara walîtiyê da. Yilmaz, anî ziman ku ji bo pîrozbahiya 1'ê Gulanê duh serî li Walîtiyê dane û biryar dane ku li qada Kolejê pîrozbahiyê pêk bînin. Yilmaz, anî ziman ku di van şert û mercên şer de pîrozbahiya 1'ê Gulanê gelek girîng e û wiha got: "Di 10'ê kanuna 2015'an de komkujî pêk hat. Piştî vê komkujiyê yekemîn mîtînga hevpar tê kirin. Ji ber vê yekê ev biryarek watedar û girîng e.
Karker li cîhanê heta niha 126 caran derketin qadan û 1'ê Gulanê piroz kirin û wiha got: "1'ê Gulanê hem yekitiya kedê û kedkaran e û he jî daxwaza parvekirina welatîbûna wekhev e. Em bang li hemû karker, kedkar û welatiyên xwe dikin ku beşdarî vê mîtîngê bibin.
Sekreterê Giştî yê DİSK'ê Cafer Konca jî anî ziman ku li Tirkiyeyê faşîzm belav dibe û xwest her kes li dijî vê faşîzmê dengê xwe bilind bikin û dakevin qadan.
Nûnerê TURK-ÎŞ'ê Halil Îbrahîm Alpdogan jî anî ziman ku wekî TURK-ÎŞ'ê biryara tevlêbûna hevpar stendine û dê bi hevre 1'ê Gulanê pîroz bikin.
(mae)