Jinên kedkar: Em dê di 1'ê Gulanê de bi ruhê berxwedanê li qadan bin
AMED (DÎHA) - Endamên jin ên sendîkayên li Amedê ku xebatên 1'ê Gulanê Roja Kedkarên Cîhanê dimeşîne, diyar kirin ku dê îsal di 1'ê Gulanê de bi ruhê berxwedanê li dijî kedxwarî û mêtîngeriyê li qadan bin.
1'ê Gulanê Roja karker û kedkarên cîhanê, dê îsal li gelek navendan Kurdistanê bên pîrozkirin. Hêj hefteyek ji 1'ê Gulanê re heye, lê ji niha de kedkar û karkeran dest bi xebatên pîrozbahiyê kirine. Kedkar û karker armanc dikin ku îsal li dijî şer ji bo aştîyê, li dijî kedxwariyê ji bo parastina kedê dakevin qadan. Jin jî dixwazin li dijî destdirêjiya beden, ked, maf û nirxê wê dakevin qadan û dingê xwe bilind bikin. Endamên jin ên sendîkayên kedê jî ji bo li dijî kedxwarî, destdirêjî û mêtîngeriyê dê dakevin qadan û dengê xwe bilind bikin. Jin ji bo bêtir dengê xwe bilind bikin dest bi xebatan kirine û jinan bi rêxistin dikin. Li Amedê jî Cejna 1'ê Gulanê Roja Kedkarên Cîhanê dê li Qada Îstasyonê bê pîrozkirin. Endamên jin ên sendîkayên girêdayî KESK, DÎSK'ê jî xebatên 1'ê Gulanê xurt dikin. Berdevka Jinan a Demî ya KESK'ê Fatma Yildizhan û Seroka Şaxa 1'emîn a Genel Îş'ê ya DİSK'ê Zeynep Demir Akçer, bal kişandin ser xebatên 1'ê Gulanê û girîngiya 1'ê Gulanê.
Jin dê di 1'ê Gulanê de li qadan bin
Seroka Şaxa Genel Îş'ê ya DİSK'ê Zeynep Demir Akçer, ani ziman ku li her derê cîhanê jin pêşengiya têkoşînê dikin û wiha got: "Jin bi hemû hêza xwe ji bo mafê xwe têdikoşin. Ji ber vê yekê 1'ê Gulanê ji bo jinan girîng e. Di gelheya cîhanê de nevî jin in. Lê mafê jinan ne wisa ye. Vîn û keda jinê nayê dîtin. Em dê li dijî vê yekê di 1'ê Gulanê de dakevin qadan. Em dê dîsa di refên pêş de li dijî faşîzm û kapîtalîzmê ji bo ked, rêxistinbûnê têbikoşin. Akçer, anî ziman ku hebûna şer dibe sedem ku bêtir keda jinê bê binpêkirin û dê li dijî şer dengê xwe bilind bikin û ji bo aştiyê biqîrin.
Li dijî şer û mêtîngeriyê dê dakevin qadan
Berdevka Jinan a Demmî ya KESK'ê Fatma Yildizhan jî anî ziman ku 1'ê Gulanê bi bedelên mezin gihiştiye îro û bal kişand ser êrîşên pergalê yên bi rêk û pêk. Yildizhan, da zanin ku maf û keda jinê tê binpêkirin û tunekirin û wiha got: "Jin wekî di her qadê jiyanê de di qada kedê de jî li pişt tên hiştin. Herî zêde keda jinan tê binpêkirin. Jin tu carî dê dest ji têkoşîna xwe bernedin û têkoşîna xwe berdewam bikin. Em dê li dijî şer û kedxwariyê dakevin qadan. Em dê li dijî kedxwarî, şer, dagerkerî û mêtinggeriyê li qadan têkoşîn û dengê xwe bilind bikin.
(mae)