DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Welatiyan bang li CHP'ê kir û xwestin nebin hevkarê sûc

 
21 Nîsan
10:12 2016

MÊRSÎN (DÎHA) - Welatiyên Mêrsînê bal kişandin ser "rakirina destnedana" parlamenterên HDP'ê û hevkariya hikûmeta AKP'ê ya bi paretiyên wekî CHP, AKP û MHP'ê û nerazîbûnê xwe dan nîşanî. Welatiyan dan zanîn ku ev hewldan êrîşeke li dijî vîna wan e û bang li partiyên muxalefetê kirin ku "nebin hevkarê vî sûcî".

Hewldana AKP'ê ya "rakirina destndedanê" parlamenterên HDP'ê ji hêla gel ve rastî nerazîbûnan tê. Welatiyên li navçeya Tarsusa Mêrsînê diyar kirin ku ev hewldan êrîşeke li dijî vîna bi milyonan e û xwestin demek berê demekî AKP ji vê şaşiyê vegere, ji CHP'ê jî hat xwestin ku nebe hevkarê vê şaşiyê.

'Vîna gel tune nayê hesibandin'

Welatiyê bi navê Îbrahîm Acar diyar kir ku vîna gel tune hesibandin nayê qebûlkirin û ev tişt hat gotin: "Hewldana 'rakirina destnedanê' de wekî demên berê bê encam bimîne. Heke dê destnedanek bê rakirin, divê ya hemû wekîlan bê rakirin. CHP bi vê hewldana xwe dibe hevkarê sûcê AKP'ê. Daxuyaniyên Kiliçdaroglu ên der barê rakirina destnedanan de di nava CHP'ê de bû sedema nerazîbûnan. Vîna gel tune nayê hesibandin."

'CHP çep nîşan dide rast lêdixe'

Bayram Demîr jî bal kişand ser hevkariya AKP'ê ya bi partiyan re û got ku dixwazin bi vê yekê vîna gelê kurd li dijî meclisê bavêjin. Demîr bi lêv kir ku dema mijar dibe kurd, hemû partiyên siyasî dibin yek û wiha got: "Dê plana qirkirinê ya ji hêla AKP'ê ve li dijî gelê kurd hatiye destpêkirin dê negihêje armanca xwe." Demîr da zanîn AKP'ê bi CHP'ê re bi salan "çep dan nîşan rast lê dan" û xwest CHP dest ji vê polîtîkaya xwe berde.

'Bila nebin hevkarê vî sûcî'

Hilbijrêrê bi navê Yahya Yel aşkera kir ku bi destkeftiyên gelê kurd ên li Kobanê û 7'ê Hezîranê re, AKP gelekî tengav bûye. Yel da zanîn ku bi heman rêbazî dê berxwedana gelê kurd neyê astenkirin û ev polîtîkayên AKP'ê wekî "ehmeqî" şîrove kir. Yel herî dawî destnîşan kir ku li dijî van polîtîkayên qurnaz divê gelê Tirkiye û Kurdistanê li ber xwe bide.

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN